Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jina Kurd Emîne Şenyaşar ji bo edaletê têdikoşe

 

KOMKUJIYA PIRSÛSÊ YA LI DIJÎ MALBATA ŞENYAŞAR
JINA KURD EMÎNE ŞENYAŞAR JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞE

14’ê Hezîrana 2018’an bû.

Çeteyên AKP’ê yê parlementerê wê Îbrahîm Halîl Yildiz serkêşiya wan dikir, ji bo hilbijartinên 24″ê Hezîranê li navçeya Riha Pirsûsê bû.

Ev çete wê rojê ketin dikana malbata Şenyaşar a li sûka Pirsûsê.

Li vê derê gef li malbata Şenyaşar xwarin ji bo ku ferdên wê dengê xwe bidin AKP’ê.

Celal Şenyaşar ê xwediyê dikanê ev yek red kir.

Çeteyên AKP’ê êrişî ferdên malbatê û kesên li nava dikanê kirin.

Celal Şenyaşar li dikanê jiyana xwe ji dest da û birayê wî Adil jî bi giranî birîndar bû.

Bavê wan, Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar jî berê xwe dan nexweşxaneyê.

Çeteyên AKP’ê li vê derê jî êrişî malbatê kirin.

Adil û bavê wî Esvet Şenyaşar bi awayekî hovane li nexweşxaneyê hatin qetilkirin.

Ferît, Mehmet û Fadil Şenyaşar jî bi giranî birîndar bûn.

Bi wan birînên giran Fadil Şenyaşar hat girtin û ew xistin zîndana Xarpêtê.

Dadgerî û dagirkeriya Tirk dest nedabû malbata parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz.

Tevî dîmenên êrişê, îfadeyên zelal ên şahidan derheqê bûyerê de hebûn jî ji AKP’yiyan ti kes nehatibû girt.

Piştî êrişê bi 17 mehan birayê parlementerê AKP’ê yê kujer Enver Yildiz hat girtin.

Dayika Fadil û Celal, hevjîna Esvet, Emîne Şenyaşar ji bo edalet bi cih were û kujer bên girtin dest bi têkoşînê kir.

9’ê Adarê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Û ev çalakî weke nobeta ji bo edaletê hat ragihandin.

Beriya rûniştina dozê ya biryarê pêk were, Emîne Şenyaşar xwest edalet bi cih were.

Gelek caran tevî kurê xwe hat binçavkirin û êşkencekirin.

Dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda.

Rûniştina doza komkujiyê ya biryarê 2’yê Nîsanê li dadgeha Tirk a li Meletî pêk hat.

Li mexdûrê bûyerê Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh cezayê zîndanê hat birîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv