JINEKE ÊZIDÎ JI DESTÊ DAIŞ’Ê XELAS BÛ, LÊ ASAYÎŞA PDK’Ê EW GIRT
MECLISA JINÊN ÊZIDÎ YA ŞENGALÊ: HELE MIHLO DI GIRTÎGEHA PDK’Ê DE YE
Jineke Êzidî ya 24 salî ji destê DAIŞ’ê xelas bû, lê niha di girtîgeha PDK’ê de ye.
Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê ev yek eşkere kir.
Hin çavkaniyan ji meclisa jinên Êzidî re ragihand ku wê PDK jina ciwan li beramberî serbestberdana du mêran li Mûsilê radestî DAIŞ’ê bike.
Hele Mihlo Refo ya ji Şengalê sala 2018’an ji aliyê hêzên Iraqê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Hêzên Iraqê jina ciwan a 24 salî radestî rayedarên Başûrê Kurdistanê kirin.
Lê derket holê ku jina ciwan ji wê demê ve di zindana Hewlêrê de tê girtin.
Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê ev yek ragihand.
Hin çavkaniyan ji meclisa jinên Êzidî re ragihand ku wê PDK jina ciwan li beramberî serbestberdana du mêran li Mûsilê radestî DAIŞ’ê bike.
Çalakvan û meclisên jinan ên Şengalê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku sedemên girtinê eşkere bike û jina ciwan berde.