Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji zindanên dewleta Tirk cenaze derdikevin: Di nava 6 salên dawî de 103 girtî jiyana xwe ji dewst da

 

JI ZINDANÊN DEWLETA TIRK CENAZE DERDIKEVIN
DI NAVA 6 SALÊN DAWÎ DE 103 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Yên nabînin, yên nikarin bimeşin, yên nikarin bibihîzin, hin ji wan jî êdî malbata xwe nas nakin..

Em behsa girtiyên nexweş yên li zindanên dewleta Tirk a dagirker dikin ku bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.

Li gorî “Rapora Girtîgehan” a ÎHD’ê ya sala 2020’an, 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Girtiyên siyasî Ergîn Ertaş du destê wî tinin,

Mehmet Emîn Ozkan ji ber çend nexweşiyên xedar êşê dikşîne…

Û gelek nexweşên din ên giran..

Tevî ku rewşa wan a xedar jî ev girtî nayên berdan ta ku jiyana xwe ji dest didin û bedana wan a bêcan radestî malbatên wan tê kirin…

Ji sala 2016an û vir ve 103 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Hinek ji wan ev in..

Mehmet Alî Çelebî,

28 sal di zindana Sîncanê de ma tevî nexweşya xwe ya giran jî nehat berdan û 4ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

Îsa Gultekîn,

68 salî bû û ji ber nexweşiyeke giran, 22 Nîsanê jiyana xwe ji dest da.

Hadî Yalçin,

Piştî 2016an hat girtin û ji ber nexweşiya penceşêrê, 8 Çilê jiyana xwe ji dest da.

Hayrettin Yilmaz,

65 salî bû ji ber nexşweiya xwe ya penceşêrê 15 Adarê jiyana xwe ji dest da.

Nebî Îlhan,

74 salî bû, piştî ket zindanê gelek nexweşî pêre pêyde bûn, 11 Çileyê 2020an jiyana xwe ji dest da.

Sabrî Kaya 21’ê Gulana 2020an,

Takiyettin Özkahraman yê 75 salî 19ê Îlona 2020an,

Ali Boçnak ê 76 salî tevî rapora “Nikare li zindanê bimîne jî” 24ê Îlona 2020an jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Gök ê 62 salî ji ber krîza dil di Sibata 2019an de jiyana xwe ji dest da.

Tahir Çetinkaya ê 67 salî ji ber tumorê di 2 Tebaxa 2019an de,

Muhsîn Kizilarslan ji ber nexweşiya penceşêrê di Adara 2019an de jiyana xwe ji dest da…

Serokê berê yê DBP’ê Mustafa Akyol li zindana Patnosê di sala 2018an de jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê siyasî Kinyas Gulcan ê 59 salî ji ber enfeksiyonê 6ê Cotmeha 2019an.

Emîne Aydogan,

64 salî ji ber nexweşiyeke giran 3 Kanûna 2019an jiyana xwe ji dest da.

Bi dehan mînakên din, dewleta tirk a dagikrer girtiyê nexweş terkî mirinê dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv