Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Xakurkê heta Xelîfanê berxwedana Bêrîtanan…

 

Piştî 29 salan hîn jî zêhniyeta noker û hevkar ya Kurd êrîşê têkoşîna şoreşgerî û azadîxwaz a gerîla dike. Bêrîtan di sala 1992’an de teslîmê nokeran nebû, di sala 2021’an de jî komek gerîla li Xelîfanê rastî êrîşa çekdarên PDK’ê tên. Gerîlayek ji êrîşê rizgar dibe, tevî şert û mercên zehmet jî bi rojan bi pêxasî û birçî meşiya, lê teslîmbûnê qebûl nekir.

Piştî komkujiyê, Dêrsim hatibû valakirin û talankirin. Kurdên herêmê neçarî koçkirinê kiribûn. Gelek malbat û eşîran koç kirin. Ji bo yên ku li Dêrsimê man jî pêvajoya asîmlasyonê dane destpêkirin. Ji bo asîmlekirina Kurdan Dêrsim wek herêmeke tampon kar anîn.

Sal û dem derbas bûn ev li ser Kurdan bandorek mezin çêkir. 40 sal piştî vê komkujiyê sala 1970’an Kurdek bi navê Mustafa Necatî Karataş jî Dêrsimê bi cih hiştibû û ji bo karmend bû berê xwe dabû navçeya Solxan a Çewlikê. Di sala 1971’an de Gulnaz tê dinê. Ji dayîkbûna Gulnaz rastê darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wê tê. Li aliyekî malbat bi agahiya xemnak a Denîz Gezmîş diheje, lê li aliyê din kêfxweş dibin ji ber keçek wan çêdibe.

Dema ku malbat hat Xarpêtê li taxa Fevzî Çakmak bicih bûn. Li Xarpêtê, wê demê de 2 taxên wek Fevzî Çakmak û Yildizbaglari taxên elewî û şoreşgeran dihat zanîn. Gelek Kurdên ji Dêrsimê hatibûn, li van her du taxan dijiyan. Malbata Gulnaz jî li vê taxê dijiya.

Sala derbeya 12ê Îlonê li van taxan rojên zor û dijwar hebûn. Her roj êrîş û binçavkirin hebû. Vê yekê bala Gulnazê jî dikişand û di mêjiyê xwe de lêpirsînek “Çima?” dabû destpêkirin.

Dibistana ku Gulnaz dixwend, Lîseya Anadolu a Xarpêt, bi mamosteyên nijadperest û paşvemayî hatibû dagirkirin. Li van saziyan û dibistanan zêdetir zext û empozekirina sîstemê bi awayek sîstematîk dihat birêvebirin. Li van deveran zarok ji neteweya wan, ji baweriyên wan dihatin dûrxistin.

Çalakiya wê ya yekem protestokirina sirûda Îstîklalê ya Tirk bû. Di van demjimêran de yan dereng dihat an jî hîç nedihat dibistanê. Li dibistanê di nav hevalên xwe de wek keça asî dihat nasandin.

Li taxa Fevzî Çakmak dikana Kiftefiroş hebû. Li pişt vê dikanê odeyek biçûk ji bo Gulnaz û hevalên wê navenda bi rêxistinbûnê bû. Li vê derê kovarên nû dixwendin li vê derê li ser pêşketinên siyasî nîqaş dikirin.

Dîsa di salên dibistana amadeyî de, di sporê de jî gelek serkeftî bû. Di lîstokên wek hentbol, voleybol û basketbolê de, di nav lîstikvanên herî jîr de cih digirt.

Eleqeyek wê ya taybet ji bo şano jî hebû. Di organîzasyonên dibistanê de cih digirt. Komên şano yên profesyonel ku dihatin bajêr Gulnaz wê rojê li salona wan bû.

Dîsa li Xarpêtê navendek îşkencexaneyê “bînsekuzyuz-evler” ku bi navê deng bû hebû. Her roj ji vê derê dengê berxwedanê û îxanetê dihat. Di sala 1979an de 8 salî bû ji derdora bihîstibû ku keçek Kurd-şoreşger-Apocî-Dêrsimî bi navê Sakîne Cansiz li vê îşkencexaneyê li hember îxanetê berxwedanek mezin dimeşîne.

Di salên amadeyî de piştî 12ê Îlonê hevalên wê jî li vê navêndê di îşkenceyan de derbas bibûn. Ev yek di jiyana Gulnazê de ji bo dahatûyê îşaretên berxwedanê bûn.

Di zanîngehê de şoreşgeriya wê û eleqeya wê ji şoreşê re gelek bihêz bû. Her çiqas di nav malbat û mezhebê de ne, di ferqa zanebûna neteweyî de be jî, bi destpêkirina zanîngehê re êdî lêgerînên wê yên berfireh û kûr destpê kir. Bi taybetî lêgera wê ya derbarê têkoşînê de zêdetir bû.

Bêrîtan di sala xwe ya yekemîn a zanîngehê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û tevlî nava tevgera ciwanan dibe. Her çiqas ji zanebûna Kurdiyetiyê dûr mezin bibû jî, bi naskirina rêxistinê re di demeke kin de guhertinên mezin çêdike. Di demeke kurt de zanabûna netewî û hestên wê yên welatparêziyê geş dibe.

Bêrîtan di nava xebatên ciwanan de zêde dem dirêj namîne û dixwaze bi awayeke çalak di nava PKK’ê de cih bigire. Ji bo perwerdeyeke îdeolojîk û siyasî bibîne, derbasê Yewnanîstanê dibe. Piştî perwerdeyê ji bo meşandina xebatên îllegal vedigere Stenbolê. Bêrîtan di nava xelkê herêma Botan û Mêrdînê yên li Stenbolê dijîn de xebatê dimeşîne. Ji aliyê gel ve û bi taybet jî ji aliyê dayîkan ve gelek tê hezkirin û di demeke kurt de xwe fêrî zimanê Kurdî dike.

Dema li Stenbolê xebat dimeşîne li gel kadroya PKK’ê Yildiz Durmûş bi nasnav “Jiyan” tê girtin. Bêrîtan di bin çavan de li ber xwe dide, tu tiştek ji îşkencekaran re nabêje.Dema li girtîgeha Bayrampaşaye pêşenga PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara) serdana wê dike. Şehîd Sakîne di axaftineke xwede wiha behsa wê hevdîtinê dike; “Bi hevala Gulnaz re zêde nemam. Naskirina me ya hev du di demek girîng de pêk hat. Di destpêka bihara 91’an de dema ez ji zîndanê derketim, çûm serdanê wê. Li Stenbolê li zîndana Bayrampaşa girtî bû. Xwendekara zanîngehê bû û ji ber xebatên siyasî polîsan ew girtibû. Dema ez çûm serdana wê, hevala Yildiz Durmuş jî li gel wê bû. Hat kabîneyê û xwe da nasandin. Got, ez Gulnaz Karataş im û ji Dêrsimê me. Di demek kurt de hemû agahiyên hundir da me. Hevala Jiyan jî behs dikir, lê Gulnaz di demek kurt de gelek tişt parve kir. Pirsa derve kir. Pirsa rewşa zîndanên din kir. Wê demê bala min kişandibû. Tiştên ku digot hem zelal bû û di heman demê de qîm jî dikir. Dema ku dixwest tiştek bibêje dida hîskirin”

‘Biryara gerîlatiyê dide’

Sala 1991’an dema ku ji zîndana Bayrampaşa derdikeve ji bo jiyana wê dibe merheleyek nû, ango merheleya esas destpê dike. Biryara derketina çiyayên Kurdistanê û bûyîna gerîla dide. Cansiz wiha behsa biryardariya wê ya ji bo gerîla dike: ” Di xebatên ciwanan de rolek wê ya mezin hebû. Dema ku ket zîndanê valahiyek çêbû. Dema ku derket li wê derê hinek rehetî çêkir lê wê nedixwest bimîne. Digot ez ê tevlî gerîla bibim. Me digot demek bimîne hin xebatên me hene, em bi hev re bi rê ve bibin. Lê wê israr dikir. Demek ew komek çûne Rihayê têkilî nedîtibûn car din vegeriyabûn.”

‘Hezkirina wê li pêşiya hezkirina wê ji gerîla re nabe asteng’

Gulnaz Karataş di salên zanîngehê de naskirina xwe bi ciwanek bi navê Hûseyîn re çêdibe û pêre nîşanî dibe. Li gorî hevalên wê dibêje, tevî herdu gelek ji hev hez dikin jî lê hezkirina xwe bi beşdarbûna nava refên gerîla mezintir dikin û ji bo têkoşîna azadiya netewî nakin asteng.

Dema derdikeve çiya xatir ji Hûseyîn naxwaze, lê Helbestek wiha jêre dihêle; “Dema ku ez ji bo lêxistina dijminê ku ji hêviyê, ji sibehan û ji zarokên agir ditirsin, bi rê dikevim, te bi cih dihêlim.”

Di Gulana 1992’an de digihije çiyayê Cûdî. Gulnaz Karataş ji ber gelek ji Binevç Agah a Êzîdî dibe, navê xwe destpêkê dike Binevş. Lê ji ber li çiya navê çend hevalên wê yên din Binevşe navê xwe diguhere û dike Bêrîtan.

Tevî şertên zehmet yên çiya jî Bêrîtan bi dildariyeke mezin gerîlatiyê dike. Perwerdeya xwe ya leşkerî di nava pratîkê de dibîne. Li gel gerîlatiyê di heman demê de nivîskar û wêjevaneke başe. Timî rojnivîska xwe li gel xwe digire, geh hestên xwe, geh bûyerên rojane li ser re derbasbûne û geh jî helbest dinivîsîne. Jixwe rojnivîska Bêrîtan kesayeta wê ya mezin jî dide naskirin. Bêrîtan di heman demê de li gel xebatên xwe yên gerîlatiyê karê ragihandinê ya rêxistinê jî di şertên zehmet yên çiya de dimeşîne.

25’ê îlona 1992’an ji bo çalakiyek amadekarî dikirin. Amadekariya çalakiya Rûbarokê. Bêrîtan bi vê çalakiyê di nav gerîla de derket pêş û di vê çalakiyê de birîndar dibe.

3’yê Cotmehê li hember gerîlayên Kurdan hevpeymaniya herî barbar û hevkarên wan hêzên herêmî dest bi şer kiribûn. Şer ne bi tenê li herêma Xankûrkê bû. Li Zagros, Metîna û Heftanîn jî êrîşî hêzên gerîlayên ARGKê dikirin. Bêrîtan û tîma ku berpirsyariya wê dikir jî li Xakûrkê di nava vê şerê ku jêre têgotin, ”Şerê îxanetê-şerê Başûr” cih digirt.

Şer, yekser ji aliyê navenda PKKê ve dihat birêvebirin. Û di kêliyên germ de anosek ji bêtêlan bilind bû, “ Bila pê li cenazeyê we bikin derbas bibin, lê tu caran teslîm nebin. “ Bêrîtan jî ev ferman di nav germahiya şer, teqîna bombe û çekan de bihîstibû.

Şer bi rojan dewam dike, li gelek eniyan şer belav dibe. Li eniya ku Bêrîtan lê bû fermandarî dikir û şer ji aliyê wê ve dihat birêvebirin.

Dem: 25ê Cotmeha 1992’an

Demsal: Payiz

Şer êdî hatibû radeya man nemanê.

Kozika ku Bêrîtan têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçandin. Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçandinê rizgar bike. Û wisa kir. Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singa birîndar bû. Ji her derê bedena wê xwîn diherikî. Lê şer dewam dikir.

Bêrîtan xwe gihandibû ser kendalekê. Li hemberî wê çemê Lolan derbas dibû. Ji bo teslîm bibe hevkarên dijmin bang dikirin.

Di destpêkê de çeka xwe parçe parçe kir. Piştre rojnivîsa xwe veşart da ku rojekê bikeve destê hevalên wê an jî Huseyîn (Berdan).

Û ew kêlî hat. Li ber çavên wê dema ku li Xarpêt bû li hember îxanetê û îşkenceyan dengê berxwedana Sakînê Cansiz a di îşkencexaneya “Bînsekizyuzevler” de bilind dibû hat. Û dîsa Komkujiya Dêrsim û berxwedana Besê hatin ber çavan, ku di salên dibistanê de gelek caran ji hevalê xwe re behs kiribû û gotibû divê mirov li hember teslimiyetê wek Besê helwestek nîşan bide. Û wisa kir. Ji kendalên bilind, xwe berî bêdawîbûnê da.

Sal derbas bûn şahidên demê Çeto Rehîm Kerîm bernameya Fotograf a di Roj Tv de wiha behsa wê demê dikir.

“Ew keçik hat ser kendal. Peşmergeyan bang kir ku teslîm bibe, bi zaravayê Kirmancî bû ez bawer im got; “Bijî Kurdistan, bijî PKK” û wek teyrek xwe berî jêr da û firiya. Dema li erdê ket tozek bilind bû. Wê demê ew xelqê bi ser wê de diçûn têk çûn. Bi rastî nizanim çawa behsa wê bikim. Ew kes xwedî wijdanek çawa bûn. Piştre çûn ser cesedê wê. Çenteyek li gel wê hebû. Hinek nan têde hebû. Nanê genim bû, çi bû nizanim, lê pirr hişk bû. Cotek pêlavên Adîdas di piyê wê de bû. Li gel me dibêjin pêlavên Îranê. Pênûsek di çentê wê de hebû. Egalek hebû, bi rengê ala Kurdistande bû. Albûmek hebû tê de fotograf hebûn”

Piştî ku teslimiyet qebûl nekir û ev çalakiya xwe pêk anî. Mirina wê hevalên wê nedîtin dijminê wê dîtin. Û îtirafkirin gotin, teslîm nebû, heger teslîm bibûya wê bijiya. Lê wê ji mirina xwe jiyanek nû afirandibû. Piştî çalakiyê ji bo ku cenazeyê wê were dîtin hewldanan destpê kir.

3 roj piştî şer aliyan li hev kirin ku cenazeyên hev du radestî hev bikin. Piştî vê yekê peşmergeyên ku ji çalakiya wêre şahidî kiribûn, cenazayê Bêrîtan û 2 hevalên wê ji bin axê derxistin teslîmî hevalên wê kirin.

Hevalên Bêrîtan piştî ku ev her sê cenaze girtin berê êvarê li navsera geliyek kûr veşartin û çûn.

13 salan tu kesî nizanibû mezelê wê li kû derê ye. Wek efsaneyek di dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê de cih girt. Li ser navê wê stran, roman, helbest û herî dawî ji aliyê Halîl Uysal ve fîlmek hat çêkirin. Di merheleya kişandina film li Xakûrkê de rastî cenazeyek hatin, lê di encama teşhîsê de derket holê ku ne cenazê wê ye.

Di pêvajoyek wiha de, gerîlayê ku ew bi destê xwe veşartibû tê dîtin. Ev gerîla di dema şer de li çepera Bêrîtan çeka doçka kar anîbû. Tê cih nîşan dide û li vê derê cenazeyê Bêrîtan têdîtin.

Bêrîtan li gel herdu hevalên xwe bi merasîmeke bi heybet li şehîdgeheke bi navê wê li Xakûrkê hatiye çêkirin, spartin axê. Di filmê Bêrîtan de jî cih ji merasîma spartina axê re hatiye dayîn.

Ji çalakiya Bêrîtan gelek encam hatin derxistin. Yek jî ji wan jinên Kurd ber bi artêşbûnê ve çûn. Artêşek ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtan digire YJA-STAR hat avakirin. Sal derbas bûn li Rojhilatê Kurdistanê HPJ, li rojavayê Kurdistan YPJ, li Şengalê YJŞ û li Bakur jî YPS-Jin hate avakirin.

Piştî şahedata Bêrîtan Hêvî, bi sedan zarokên Kurd û jinên ciwan ên têkoşer navê wê rakirin. Li gorî şahidên çalakiya Bêrîtan, pêşmerge dibêjin di nava tiştên wê de navê Mardîn hebûye, ew jî wisa zanîne navê wê Mardîne, ji ber vê navê zarokên xwe kirine ”Mardîn”. Niha bi sedan zarokên Başûr navê Mardîn li xwe kirine.

Li ser navê Bêrîtan Akademiya Parastinê ya ”Bêrîtan” hate avakirin. Navê wê li tabûran û yekîneyên gerîla û li gelek herêman hate kirin.

Bi derhêneriya şehîd Xelîl Uysal di encama lêkolîn û kedeke mezin de filmê Bêrîtan di sala 2006’an de li çiyayê Xakûrkê ji aliyê gerîlayan ve hate kişandin. Hemû lîstikvan jî gerîlabûn. Her sal li Mexmûrê festîvala şehîd Bêrîtan dihate lidarxistin. Ji ber dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê di van salên dawiyê de sekiniye.

Rojnivîsa wê piştî demek gihîşt destê hevalên wê û ev rojnivîs bi navê “Azadî, Destana Kûlîlka Narincî” hat çapkirin.

Dîsa Derhhênêr Xelîl Uysal li ser jiyana Bêrîtan demek dirêj lêkolîn kir û seneryo amade kir. Sala 2006an jî filmek li çiya bi navê Bêrîtan çêkir. Li gel filmê Bêrîtan heya niha bi sedan stran jî li ser Bêrîtan hatine çêkirin.

Bêrîtan di jiyana gerîlatiyê de bû mînakek. Her sal di salvegera çalakiya wê de, di serî de ji aliyê YJA-STAR ve ji aliyê piraniya gelê Kurd ve  bi girseyî tê bîranîn. Şehîd Bêrîtan ji ber gelek ji şîrîniyê hez dike, li gerîla de timî helwa çêdikir. Piştî şahadeta wê di salvegera bîranînê de hevalên wê li herdevereke têkoşînê yan şîrînî belav dikin yanjî helwa çêdikin.

Piştî 25’ê Cotmeha 1992’an li Xakûrê, di dîroka 29’ê Tebaxa 2021’an li Xelîfanê PDK bi heman eqliyeta noker a li gel dagirkeran hevkarî dike, êrîşê komek gerîlayên ji 5 zilam û 2 jinan pêktê dike. Vê carê YNK û partiyên din ku ders ji şerên berê yên dijî Kurd derxistine, tevlî nebûne, lê PDK bi destê çeteyên bi navê “Roj” êrîşê koma gerîla dike. Têgotin piştî bi çekên giran li gerîla dixe, ber destê sibehê tên ser cenazeyan lê piştî bi saetan careke din dengê guleyan tê û tê texmînkirin eger birîndar hebin jî bi bê rehmî hatine înfazkirin. Lê gerîlayek dikare bi saxî ji êrîşê bifilite û piştî bi rojan xwe bigihîne hevalên xwe. Pirsa dive bê kirin wê kengê hesabê van şeran, van sûcên netewî ji PDK’ê were xwestin anjî wê PDK kengê ders ji vê dîroka tijî bi lanet û xiyanetê derxe…?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv