Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji şibakeya dîrokê rastiya PDK’ê

 

JI ŞIBAKEYA DÎROKÊ RASTIYA PDK’Ê
RÊBER APO: HÊZÊN HEGEMON ‘KURDÊN IRAQÊ’ WEKE AMÛREKE LABORATÛARÊ BI KAR TÎNIN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê bi canbaxşane li ber xwe didin.

Xwe fîda dikin lê hewl didin pêşî li êş û azarên gelê kurd bikşîne bigirin.

Ji 23’yê nîsanê vir ve jî bi heman armancê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya tirk diparêzin.

Xwîna xwe dirijînin, şehîd dibin lê rê nadin dagirkeriyê.

Di demeke wisa de PDK’ê hêzên xwe yên çekdar bi hawara dewleta Tirk a dagirker ve şandin.

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ev yek weke xencerkirina têkoşîna gerîla nirxand.

Gelê Kurdistanê li temamiya dinayayê li dijî vê îxanetê rabû.

Hêzên Dost ên cîhanê li dijî tevgera dagirkeriyê, li dijî şerê kurd bi kurd re Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ragihand.

Lê li gel vê jî hêzên çekdar ên PDK’ê, tevî hin serkirdeyên xwe PKK’ê sûcbar dikin.

Li kêleka dagirkeriya tirk cih digirin.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya şaristaniya Demokratîk cîlda 5’an de li ser avabûna PDK’ê nirxandinên balkêş kirine.

Rêber Apo destnîşan dike ku hêzên cîhanî li ser kurdên di nav sînorên Iraqê de ne, lîstikeke mezin û xeterak xistine dewrê.

Der barê têkiliya hêzên hegemon a bi van Kurdan re ku PDK temsîla wan dike Rêber Apo vê nirxandinê dike:

Di plansaziya demdirêj a têkiliyên hegemonîk de Kurdên Iraqê timî weke amûrên laboratûwarekê têne bikaranîn. Ji bo rastiya Kurd a netewî bi gewde bibe, wisa plan kirin ku bi tenê dikare bi têkiliyên kapîtalîst ava bibe. Fêhm û têgihiştineke dibêje; rastiya netewî ya bi xisletên şoreşger, demokratîk û sosyalîst nabe, timî di rojevê de dihêlin. PDK weke CHP hatiye plankirin û parçeyek ji xebatên hêzên komploger e ku ji sala 1925’an ve li ser kar in.

Heman PDK’a ku di salên 1990’î de bi ekîba Çiller-Gureş û Agar re hereket kir îro jî bi ekîba Erdogan-Bahçelî û Soylu re ji bo qirrkirina kurdayetiyê hevkarî dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv