Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 NûçeGiştî

Nobeta Demokrasiyê: Di 19’ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin

Rêveberên ÎHD’ê û Platforma Ked Demokrasî ya Amed û Wanê yên beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê bûn, bang li hikumetê kirin û xwestin di 19’ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin.

 

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Wanê dest pê kir di roja 48’an de dewam kir. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed û Wanê û rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tevlî çalakiya îro bûn. Di nobetê de dirûşmeyên “Emê bi berxwedanê qezenc bikin”, “Hevserokatî xeta me ya more” û “Qeyûm wê biçin, gel wê were” hatin berzkirin û li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.

 

Rêveberê Navenda Giştî ya ÎHD’ê Îsmaîl Boyroz, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Hilbijartin û bijartin, mafê mirovan ê herî bingehîne. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin. Di 19’ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin û dest ji vê helwestê berdin.”

 

‘WÊ  QEYÛM HERIN HEMÊ BIMÎNIN’ 

Dûre hevberdevkê Platformê Mehmet Şirîn Gurbuz axavî û wiha bilêv kir: “Hikumet li aliyekê xwezayê tune dik û li aliyê din jî, gelan di jenosîdê re  derbas dike. Vîna gelan xesp dike. Emê li hemberî faşîzmê serî netewînin û em soz dikin ku emê faşîzmê hilweşînin. Em bi hevre hîn zedetir bi hêzin. Emê bi hevre qezenc bikin. Qeyûm wê herin û emê bimînin.”

 

 

Bedrî Yamaç jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê axivî û diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya xesp û talankirinê. Yamaç, da zanîn ku hikumet bi van pêkanînan dixwaze rê li pêşiya polîtîkayên xwe yên şer veke û wiha got: “Xespa vînê û tune hesibandin, tu carî nayê qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv