Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Mûrat Karayilan nirxandina şerê gerîla

 

JI MÛRAT KARAYILAN NIRXANDINA ŞERÊ GERÎLA
“ARTÊŞA EFXAN A DYA EW PERWERDE, BI ÇEK Û REXTKIRÎ WEKE QEŞAYÊ LI HEMBERÎ TALÎBANÊ HELIYA”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan di rojên borî de bi rêya bêtêlê xîtabî hêzên gerîla kiribû.

Mûrat Karayilan di beşek xîtaba xwe de li ser asta ku gerîlayên azadiya Kurdistanê xwe gihandinê rawestiya.

Bi taybetî li ser rewşa artêşên mezin ên dewletan ku NATO û Amerîka piştgiriya wan dike û têk diçin rawestiya û ev mînak dan:

Di roja me de kesên pêvajoyê rast naxwînin, nikarin di şer de serketî bin.

Mînaka herî berbiçav artêşa Ermenistanê ye.

Heke hêzek xwe nespêre îdeolojiyekê, tu çekên herî pêşketî yên cîhanê jî bidiyê, tu meaşê herî zêde jî bidiyê di şer de encamê bi dest naxe.

Mînaka herî berbiçav jî artêşa Efxanistanê ye.

Ev artêşa ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû perwerdekirin, bi çekên herî modern hatibû rextkirin li hemberî tevgera Talîbanê weke qeşayê heliya.

JI MÛRAT KARAYILAN NIRXANDINA ŞERÊ GERÎLA
“GERÎLA LI DIJÎ HER CÛRE TEKNÎKA ŞER SERKETINA ÎRADE Û ŞAREZATIYA ÎNSAN NÎŞAN DIDE”

Ji ber ku haveyn û sermayeyek tenê ya şer heye…

Ew jî îdeolojî, bawerî û biryardariya hêzên şerker e.

Niha em hewl didin, ku çawa îradeya însan û şarezatiya wî/wê dikare teknolojiya serdemê têk bibe nîşanî herkesî bidin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku bi vê yekê gerîlayê/a sedsala 21. li Kurdistanê bi gewde dibe.

Têkoşîna ku tevgera me dike, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîneke girîng e.

Li dijî Modernîteya Kapîtalîst, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya xwe dispêre Modernîteya Demokratîk, nîşanî herkesî dide, ku îrade û şarezatiya însan di ser her cûre teknîkê re ye.

Ev yek bi felsefeya îdeolojiya Apoyî û nirxên wê pêk tê.

Heke ev kûrbûna îdeolojîk nebûya, wê ev pêşketin jî çênebûya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv