Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Malezyayê ji bo azadiya Rêber Apo bang

 

Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê banga piştgiriyê ji bo kampanyaya hashtagê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Piştî bangên ji Awistralya, Lîbya, Misir, Hindistan, Pakistan û Rojhilata Navîn, sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê  Sîvarajan Arumugam jî banga piştgiriyê ji bo kampanyaya hashtagê ya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê kir ku dê di 8’ê Cotmehê de dest pê bike.

Sîvarajan Arumugam bi vîdeoyekê ku ji aliyê Meclisa Dîjîtal a Kurdistanê ve hat weşandin, destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê were misogerkirin û nabe ku girtî bimîne.

Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Malezyayê Sîvarajan Arumugam peyamek şand û tê de wiha got:

“Ger em behsa şoreşa Rojava dikin, divê em li ser birêz Abdullah Ocalan biaxivin. Birêz Ocalan demeke dirêj e li Tirkiyê girtî ye. Şoreşa Rojava ya li ser fikrên birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin; wekhevî, azadî, edaleta civakî û têkoşîna ekolojîk temsîl dike. Şoreşa Rojava û hêviyên xwediyê fikrên şoreşê birêz Abdullah Ocalan mezin in. Girtîbûna birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv