Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê perwerdeyên rûbirû

 

JI KOMELEYA ÇAND Û HÛNERÊ YA DÎCLE FIRATÊ PERWERDEYÊN RÛBIRÛ
SERLÊDAN JI BO BEŞDARIYÊ HEYA 13’Ê GULANÊ DEWAM DIKIN

Ji ber Şewba Koronayê wekî gelek cihên perwerdeyê, komeleyên çand û hûnerî jî kar û xebatên xwe dabûn rawestandin.

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê ji ber rewşa pandemiyê perwerdeyên xwe dabûn rawestandin.

Komele sala borî li navçeya Sûr a Amedê hatiye vekirin, lê ji ber rawestandina kursan li ser internetê bi zindî tenê dersên mûzîk û wênesaziyê didin.

Lê biryar girtine ku êdî dest bi perwerdeya rû bi rû bikîn.

Di derbarê pandemiyê û xebatên nû de mamosteyê muzîkê Omer Baran ev agahî dan:

“Di rewşa pandemiyê de kedkarên Hûnerê ketin rewşeke zor û zehmet.

Ji ber ku ew debara xwe bi rojane birêvedibin.

Gelek kes ji karê xwebûn û gelek ji ber neçariyê dawî li jiyana xwe anîn.

Lê divê hûnermed û mûzikjen çareseriyê di berxwedane de bibînîn.”

Mamoste Omer Baran dibêje nêzî 8 sale mamosteye û bi 12 heval bihevre kar dikin û armanca xwe wiha tîne ziman:

“Em dixwazin muzîkjenan û perwerdekarên muzîkê bigihînin.

Em hêla aborî nafikirin, mijara girîng em dixwazin mirov tiştekî hîn bibin.

Ev jî ji bo me cihê dilxweşiyê ye.”

Herî dawî mamoste Orhan Baran bang li her kesî kir ku beşdarê kursên rûbirû bibin.

Serlêdanên Kursên Gîtar, Erbane, Şano, Wênesazî û Mûzîkê 13’ê Nisanê destpêkiriye û wê heya 13’ê Gulanê dewam bikin.

Û 20’ê Gûlanê jî kurs wê dest pê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv