Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji HRE’yê çalakiyên bi bandor: 9 esker û 5 çeteyên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin 08.04.2021

 

JI HRE’YÊ ÇALAKIYÊN BI BANDOR
9 ESKER Û 5 ÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên şervanên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin..

19’ê Adarê li taxa Zeîdiyê ya Efrînê şervanan çalakiyeke sabotajê kir.

2 çete hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

20’ê Adarê wesaîteke çeteyan hat hat rûxandin lê hejmara kuştiyan nehat zelalkirin.

24’ê Adarê li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê 2 çete hatin kuştin wesaîtek hat îmhakirin.

28’ê Adarê li bajaroka Marê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin.

4 esker hatin kuştin, 2 esker jî brîndar bûn.

Her wiha şervanan du çeperên dagirkeran kirin armanc û hilweşandin.

Heman rojê li gundên Celemê yê girêdayî Cindiresê jî şervanan çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

Li vir jî çeteyek hat kuştin.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên herî bi bandor jî doh li dijî dagirkeran li dar xistin.

7’ê Nîsanê li Marê baregeheke artêşa Tirk a dagirker bû hedefa şervanan..

Di çalakiyê de wesaîtek hate îmhakirin, eskerek hat kuştin, 3 esker jî birîndar bûn..

Artêşa Tirk a ku ji şervanan derb xwar, li dijî herêma Efrîn û Şehbayê dest bi êrişên dijwar kir.

Di vê êrişê de zarok jî tê de, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn.

Ji bo bersivdayînê, şervanan li derdora gundê Gobalê yê Efrînê çalakiyeke serketî li dar xist.

4 esker hatin kuştin, 5 esker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê dîmenên vê çalakiyan jî weşandin.

Bi giştî di encama çalakiyên şervanan de 9 esker û 5 çete hatin kuştin, 10 esker û 2 çete jî birîndar bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv