Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Ji HPG’ê nirxandina bîlançoya 3 mehan

 

JI HPG’Ê NIRXANDINA BÎLANÇOYA 3 MEHAN
“BI GERÎLATIYA SERFIRAZIYÊ, WÊ MEŞA ME YA RÊBERTÎ Û KURDISTANA AZAD BISERKEVE”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 3 mehan li Zap, Avaşîn û Metîna eşkere kir.

HPG’ê pêşî encama şerê 3 mehan nirxand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk a dagirker 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî gelê Kurd, sazî û destkeftiyên wî êrişa qirkirinê daye destpêkirin.

Ev êrişa navê “çokdanînê” lê hatî kirin, êrişa herî berfireh a qirkirinê ye di dîroka dagirkeriya Tirk de.

Vê êrişa berfireh a qirkirinê pêşî Rêber Apo bi tecrîdeke giran kir hedef.

Paşê jî dagirkeriya Tirk berê vê êrişê da gerîla û gel.

Ji dagirkeriya Tirk we bû ku wê Tevgera Azadiya Kurdistanê bê tasfiyekirin, gelê Kurd çok deyne û teslîm bibe.

Dîsa jî di serî de berxwedana bêhempa ya Rêber Apo li Îmraliyê,

Asta şer a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê,

Sekna bi rûmet a gelê Kurd,

Helwesta berxwedêr a dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê,

Rûyê rast ê êrişa qirkirinê ya 6 salan û rêjîma faşîst raxist berçavan.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir, ku bi vê berxwedan û têkoşînê, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye.

HPG’ê her wiha anî ziman, ku gelê Kurd zarokên xwe yên herî hêja di vê berxwedanê de ji dest dan.

Ev meşa azadiyê ya bi pêşengiya şehîdên me yên fedayî, ji bo her kesî bo çavkaniya hêviyê.

Tevahiya cîhanê şahidî ji têkoşîna gelê Kurdistanê û dostên wî re kir.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê, di sala 7’an de ev êrişên qirkirinê berteref kirin.

Teknîka serdemê ya şer bi hostatî pûç kirin, çeper û hebûna xwe parastin.

Di 3 mehên dawî de em Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, bi Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê,

Bi performansa xwe ya şer, lehengiyan, asta xwebexşiyê, dewlemendiya taktîkan û çalakiyên zêde,

Nîşan dide, ku Şerê Gel ê Şoreşgerî gihaye asta lutkeyê.

Bi wê baweriya ku ji niha û pê ve, em ê serketinên zêdetir bi dest bixin…

Radigihînin, ku em xwedî biryarin bi gerîlatiya serfiraziyê, meşa xwe ya ji bo Rêbertî û Kurdistana Azad bi ser bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv