Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê daxuyaniya newrozê : “Em gel û dostên xwe pîroz dikin ku bi newrozê derseke dîrokî da AKP-MHP’ê”.

 

JI HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê DAXUYANIYA NEWROZÊ
“EM GEL Û DOSTÊN XWE PÎROZ DIKIN KU BI NEWROZÊ DERSEKE DÎROKÎ DA AKP-MHP’Ê”:

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê piştî pîrozbahiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê destnîşan kir ku Newrozê tirs berda dilê faşîstan, zaliman û hêzên zordar.

Moraleke mezin da gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê.

Em gel û dostên xwe pîroz dikin ku di Newroza azadkirina Rêber Apo de daketin qadan û derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP’ê.

Derseke dîrokî dan hêzên dijberê demokrasî û azadiyê. Di têkoşîna wan a sala 50’yemîn a Rêbertiyê de hêviya serketinê dikin.

Gelê Kurd û dostên xwe, bi milyonan kesî gotin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Na ji jiyaneke bê Rêbertî re’, bi vî rengî dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo re nîşan dan.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
NEWROZ BÛ NÎŞANA DI SALA 50’YÎ YA RÊBERTIYÊ DE MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ :

KCK’ê der barê sekn û helwesta li qadên Newrozê de ev nirxandin kir:

Gel ji bo azadkirina Rêbertî ku xizmetên mezin ji gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re dike, daketin qadan.

Bawerî û dilsoziya xwe ya bi gerîla re ku ewladên wan ên fedayî ne, careke din vegotin.

Bi vî rengî hem nirxekî mezin dide keda Rêbertiyê ya beriya 49 salan ji bo azadkirina gelê Kurd gaveke dîrokî avêt, hem jî têkoşîna 49 salan a gelê Kurd tacîdar dike.

Newroza 2022’an raxist pêş çavan ka bi têkoşîna 49 salan re rastiyeke çawa ya gel hatiye afirandin.

Newroza 2022’an bû îlana wê yekê ku PKK û gelê Kurd wê di sala 50’emîn a Rêbertiyê de têkoşîneke mezintir bimeşîne.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
NEWROZÊ WEKE KONGEREYA DEMOKRASIYÊ YA GELAN ARMANC Û XETÊ DIYAR KIR :

KCK’ê destnîşan kir ku vê Newrozê nîşan da ku têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xurt bûye.

Ji Kawayê Hesinkar û vir ve ruh û karakterê Newrozê rabûna li ber zilmê ye.

Ev yek jî di tevahiya dîrokê de bûye têkoşîna azadiyê ya gelan û bindestan.

Newroza 2022’an jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û pêngaveke azadî û demokrasiyê ya dîrokî.

Gel bi sekna xwe ne tenê rêveçûna li Kurdistan û Tirkiyê di heman demê de rêveçûna siyasî ya li Rojhilata Navîn jî diyar kir.

Weke Kongreya Demokrasiyê ya Gelan bername, armanc û xeta çalakiyê ya têkoşînê diyar kir.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
WÊ DI ENCAMA TÊKOŞÎNÊ DE GEL BIGIHÎJE MIRAZA XWE Û RÊBER APO AZAD BIBE :

Daxuyaniya KCK’ê bi van peyaman bi dawî dibe:

Newrozê moraleke mezin da gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê.

Vê berxwedan û sekan gel enerjiyeke welê afirand ku dikare ruh bide mirî.

Her şoreşger, welatparêz, demokrat ên ku ev têkoşîn û sekna gel dîtin, zext û zilm çiqasî giran dibe bila bibe wê têbikoşe û serketinê deynê ber xwe.

Sekna gel a li Newrozê raxist pêş çavan ku ji bo geşkirina têkoşîna tifaqa hêzên demokrasiyê ya bi gelê Kurd re bi her awayî derfet hene.

Bi vê rastiya gel re divê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîn bê xurtkirin, Rêber Apo bê azadkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv