Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji fermandarên QSD’ê: ‘Dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe binixumîne

 

Ji Fermandarên QSD’ê yê Girê Spî Baz Cindirês diyar kir ku QSD û gel wê bi hev re xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got, dewleta Tirk ji bo têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Ji fermandarên Girê Spî yê QSD’ê Baz Cindirês gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku dewleta Tirk mîna her carê ji bo tengavî û têkçûna xwe veşêre êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Piştî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li xetên Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê liv û tevgera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bû.

Ji fermandarên Girê Spî yê QSD’ê Baz Cindirêz anî ziman ku dewleta Tirk li hin qadên xeta eniyê bi konvoyan tevdigere û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên li qadên dagirkirî hin civîn çêkir. Gelekî eşkere ye bê çima dewleta Tirk ji nû ve dest bi gefxwarinan kiriye. Dewleta Tirk ev demeke bênavber êrişê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Şerê navbera gerîla û artêşa Tirk hîn jî dewam dike.

Dewleta Tirk windahiyeke gelekî mezin da û xitimî ye. Her wiha li Idlibê jî xitimî ye. Ji ber vê yekê dixwaz ji vê rewşê derkeve. Bi êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze vê yekê bike. Her wiha li qadên ku dewleta Tirk dagir kiriye nerazîbûneke mezin a gel heye. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gel gelekî nerazî ye. Li Efrînê jin têne revandin, zarok têne revandin û fîdye tê xwestin. Li Girê Spî gel çend caran li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê rabû ser piyan û nerazîbûna xwe nîşan da. Ev hemû dike ku dewleta Tirk hîn bêhtir tengav bibe.”

HÊZÊN ME XWE LI HEMBERÎ HER CÛRE ÊRIŞAN AMADE KIRINE

Baz Cindirês anî ziman ku dewleta Tirk timî gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û piştî şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wan hêzên xwe jinûve xistine nava pêvajoyeke perwerdeyê. Baz Cindirês bi bîr xist ku beriya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê şerekî mezin kir û got, “Bêguman şerê li dijî DAÎŞ’ê naşibe şerê li dijî dewletan.

Lê belê piştî qedandina DAÎŞ’ê ya li ser erdê, weke QSD’ê li dijî teknîka sedsala 21’ê, ji bo pûçkirina vê teknîkê di taktîk û şer de me hêzên xwe xistin pêvajoyeke perwerdeyê. Di mijara teknîka şer û techîzatê de xwe perwerde kir. Lewma hêzên me li dijî her cûre êrişên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade kirine.”

DEWLETA TIRK ÊRIŞÊ DIBE SER SIVÎLÊN KEDKARÊN ŞOREŞÊ

Baz Cindirês ragihand ku dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şer dewam dike û got, “Ji Eyn Îsayê heta Til Temir, Minbic û Şehbayê, bombardûmanê dewam dikin. Ev êriş jî bi giranî li dijî sivîlan têne kirin. Dewleta Tirk a dagirker qanûnên şer ên navneteweyî qet nas nake. Di her şerî de beriya her tiştî jiyana sivîlan tê ewlekirin. Dewleta Tirk van qanûnan hemûyan binpê dike. Di êrişên dewleta Tirk de heta niha bi dehan sivîl hatin qetilkirin, xisar li gelek deverên sivîlan bû.

Dewleta Tirk demên dawî bi balafirên şer ên bêmirov êrişî sivîlan jî dike. Bi taybetî êrişî welatparêzan dikin ên ku ked dane şoreşê, ji destpêka şoreşê ve her tiştên xwe fedayî şoreşê kirine û bingeha şoreşê danîne. Ji bo dewleta Tirk sivîl an jî leşker cudahî di navbera wan de nîne; Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes jî ne girîng e, êrişî her kesên ked dane şoreşê dike. Dewleta Tirk van êrişan jî bi rêya xayinan dike. Lewma divê gelê me, malbatên me yên welatparêz hay ji xwe hebin. Divê firsendê nedin xayinan ên ku li dijî şoreşê şer dikin û li gel dijmin cih diigrin. Divê wan di nava xwe de qebûl nekin.”

GELÊ ME BI CIHGIRTINA LI GEL QSD’Ê ÊRIŞAN PÛÇ DIKE

Fermandarê QSD’ê got, “Piştî gefên Erdogan, hikumeta Şamê gelekî cih da vê yekê” û wiha dewam kir, “Dest bi weşandina nûçeyên welê kir ku dibêjin, ‘dewleta Tirk dikare di her kêliyê de êriş bike, ji Idlib û deverên din gelek çete anîne’. Bêguman ev hemû şerê psîkolojîk ê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi vî rengî dixwazin ji gel re bêjin, ‘QSD nikare we biparêze, derbasî aliyê rejîmê bibin’. Lê belê gelê me di vê mijarê de baldar e. Gelê me siyasetên bi vî rengî baş fêhm dike.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî têgihiştî ye, şerê psîkolojîk ê bi vî rengî cidî nagire. Haya gelê me ji van hemûyan heye. Welat û xaka xwe ev der e. Zane ku cihekî din ê ji bilî vê derê biçe nîne. Eger ev der bê dagirkirin cihekî ku biçe namîne. Û zane ku eger li herêma dagirkirî jî bimîne ji bilî koletiyê wê jiyaneke xwe nebe. Ji ber vê yekê gelê me ji bilî şervanên QSD’ê baweriya xwe ne bi kesî tîne ne jî pişta xwe dispêre kesî. Bêguman yekane çavkaniya me ya moralê gelê me ye. Di heman demê de em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin. Gel û QSD’ê ev xak bi hev re rizgar kirin, wê bi hev re biparêzin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv