Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarên me hene

Leşkerê ku Behdînaniyan ji ber şewitandin rez û baxçeyên û kuştina sewalên xwe bertek nîaşan dane ev tişt got: “Jixwe canê me di pozê me de ye, bi dehan mirî û birîndarên me hene. Ji vir herin heke hûn neçin em dizanin em ê çibikin.”
Di operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk, di 23’ê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin de pevçûn zêdetir dibin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji qereqolên sînor ên navçeya Qileban a Şirnexê û navçeya Çelê ya Colemêrgê bi obus û hewana herêma operasyonê tê bombebarankirin.
SIVÎL JÎ DI HEDEFÊ DE NE
Li herêma ku ji hewayî û bejahî ve tê bombebarakirin, di navbera leşker û HPG’iyan de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di pevçûnan de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Bi taybetî jî li dijî qadên Çemço, Sîda, Werxelê û Kûnişka yên girêdayî Zapê û qadên Geliyê Basya, Tepê Sor, Mervanos, Aris-Faris û Şûke yên herêma Avaşînê he bi helîkopterên tîpa Skorsky û hem jî ji bejahiyê ve bombebarankirin pêk tê. Li gel hemû bombebarankirin û astengiyan jî sivîlên ku li herêmê mane û li rez, baxçe û sewalên xwe dinerin jî bûne hedef.
GEL BI BERTEK E
Li herêma Behdînanê, ji ber bombebarankirinê gel bertek nîşanî pêşmergeyên PDKê dan. Gel got ku heke ji ber bombebarankirinê tiştek bi serê wan de bê dê PDK’ê berpirsyar be.
EFSERÊ TSK’Ê: BI DEHAN MIRIYÊN ME HENE
Gundiyên ku ji ber şewitandina rez û baxçeyên xwe û kuştina sewalên xwe çûn baregeha leşkerî ya li Geliyê Zaxo û Lojîstik û Balafirgeha Bamernê û di navbera wan û leşkeran de nîqaş derket. Ji bo ku gel belav bibe leşkeran gule berî hewa dan. Efserekî TSK’ê jî ev gef mli gundiyan xwar: “Jixwe canê me di pozê me de ye, bi dehan mirî û birîndarên me hene. Em ê rez, baxçe û sewalên we yên mirîne binerin? Em ê bi we re mijûl bibin. Ji vir herin heke hûn neçin em dizanin em ê çibikin.”
NEXWEŞXANEYÊN SEYYAR HATIN AVAKIRIN
Li aliyê din li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestixstin, piştî vekişandina xwe ya ji neçarî ya Garê, TSK’ê li Lojîstik û Balafirgeha Bamernê baregeha leşkerî ya Qimrê ya girêdayî Berwariyê nexweşxaneyên seyyar ava kiriye. Çavkaniyên pêşmergeyan ên li herêmê jî dibêjin ku gelek leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek leşker jî birîndar bûne û li nexweşxaneyên seyyar tevgereke zêde heye.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv