Metîn Adugît ku ji ber zordariya dewleta Tirk koçî wargeha Maxmûrê kiribû û di zindana Asayîşa Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da, di heman demê de dilsozê muzîka Kurdî bû. Adugît li mala xwe ya Maxmûrê strana bi navê “Ez Rebenim” ku rewşa Kurdan, têkoşîn û lehengiya wan tîne ziman, gotiye û malbatê jî dîmenên wî kişandin.
Metîn Adugît tevahiya jiyana xwe di nava têkoşîna ji bo azadiya Kurdan de derbas kir. Kurê wî Firat Adugît (Rojhat Siyabend) di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, roja 24’ê Tîrmeha sala 2017’an di şerekî li Navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bûye.
Adugît ji ber zordariya dewleta Tirk û dozên li wî hatine vekirin, koçî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kiribû. Li gel têkoşîna xwe ya siyasî, hewl dida debara malbata xwe jî bike. Lewre dixwest li Hewlêrê karekî bike, lê ji aliyê Asayîşê ve hate girtin û dibin çavan de jiyana xwe ji dest da. Mirina wî jî piştî 2 mehan ji malbatê re hat ragihandin.
Metîn Adugît li pey xwe jiyanek tije têkoşîn hişt. Li gel xebata xwe ya siyasî, di heman demê dilsozek muzîka Kurdî jî bû. Dîmenek ku malbata Adugît ji ajansa me re ragihand, dilsoziya wî radixe ber çavan.
Di dîmenê de Adugît strana bi navê “Ez Rebenim” ku ji aliyê Şahê Dengbêjan Şakiro ve hatiye gotin û rewşa Kurdan, têkoşîn û lehengiya wan tîne ziman distrê. Di dema gotina stranê de awirên Adugît wekî ku di paşerojê de rêwitiyekê dikin kûr diçin.