JI CÎHAD HESEN AGAHÎ NÎNE..!
NÛNERÊ RÊVEBERIYA XWESER EV 81 ROJ IN DI DESTÊ PDK’Ê DE GIRTÎ YE
Di 10’ê Hezîranê de hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê girtin.
29’ê Tîrmehê du endamên têkiliyan ên PYD’ê, piştî 50 rojî hatin berdan.
Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hê jî girtiye.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê beriya niha bi daxuyaniyekê bal kişandibû ser tenduristiya Cîhad Hesen a xirab û daxwaza berdana wî kiribû.
Lê rayedarên PDK’ê ev daxwaza Rêveberiya Xweser bêbersiv hiştin û niha aqûbeta wî nayê zanîn.