ÇALAKIYA XIZMÊN GIRTIYAN LI WAN Û AMEDÊ
JI BO ZAROKÊN XWE BI DAXWAZA EDALETÊ DEST BI SALA NÛ KIRIN
Li zîndanên dewleta Tirk zext û binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne.
Yên herî zêde jê bandor dibin bêguman girtiyên nexweşin.
Tevî nexweşiyên wan ji aliyê dewleta Tirk ve înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan.
Li dijî vê biryara bê hiqûqî malbatên girtiyên nexweş li Amedê di nobeta Edaletê de ne.
Di roja 47’an a çalakiyê de xizmên girtiyan û dayikên aştiyê serdana çalakiyê kirin.
Di serdanê de hat diyarkirin ku ji bo encam girtina çalakiyê divê raya giştî hîn zêdetir bi piştgirî tevbigere.
Û bang li herkesî hat kirin da ku di mijara girtiyên nexweş de herkes hessas tevbigere û xwedî li nobetên Edaletê derkevin.
Çalakiya Li wanê jî bi heman daxwazê 26 roj li pey xwe hişt.
Li vir jî her roj peyama mezinkirina piştgiriya çalakiyê tê kirin.
Û ji herkesî tê xwestin ku bibin dengê girtiyên nexweş.