Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo dadgehkirina Erdogan zêdetirî 235 hezar îmze hatin berhevkirin

 

“JI BO DARIZANDINA DÎKTATOREKÎ SED SEDEM”
JI BO DADGEHKIRINA ERDOGAN ZÊDETIRÎ 235 HEZAR ÎMZE HATIN BERHEVKIRN

Xweparastin, azadî ye, xweparastin xwebûn e.

Bi vê hişmendiyê jin, ji bo jiyaneke azad, wekhev û ekolojîk, li dijî pergala mêtinger a kapîtalîst têdikoşin.

Ji bo teşhîrkirina hişmendiya pergala mêr a serdest û darizandina wê bi diruşma ji bo darizandina dîktator sed-sedem kampanya hat destpêkirin.

Kampanyaya tevgera jinên Kurd a Ewrûpa jêre pêşengî kir, 25’ê mijdara 2020’an di roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê destpêkir heta, 8’ê adara 2021’an dewam kir.

Armanca kampanyayê ew bû: Serokê AKP’ê Erdogan ên li Kurdistanê qirkirin pêkanîn di qada navnetewî de were darizandin.

Her wiha ji bo, bi darizandina AKP û faşîzma wê, adalet pêk were, di qada navnetewî de qirkirina jinê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bi fermî were naskirin.

Li seranserê Ewrûpayê, bi meş, çalakî û mitîngan starta pêngavê hate dayîn û xebatên ji bo darizandina dîktator Erdogan destpêkir.

Ji ber pergala mêr a serwer, jin û çanda li dora wê dike hedef, jinan bi çalakiyên xwe, kuştin, şîdet, tacîz, tecawiz şermezar kirin.

Di pêngavê de, bi xebatan jinan bal kişandin ser komkujiyên di dema desthilatdariya AKP’ê de li Kurdistanê pêkhatin.

Li seranserê Ewrûpayê, li gelek deveran standên agahdarkirine hatin vekirin, gel hatin agahdarkirin û ji bo darizandina Erdogan îmze hatin berhevkirin.

Di kampanyayê de, jinên Kurd ji bo bereyên xwe fireh bikin û di qada navnetewî de rojevek bi hêz çêbe bi saziyên jinan ê navnetewî re dan û standin û ew jî tevlî têkoşîna xwe kirin.

Ji her beşên civakê, jinên siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, karker, xebatkar, rojnamevan ji her bereyê jin tevlî kampanyayê bûn.

Ji bo Erdogan di qada navnetewî de were darizandin, jinan dosya radestî Saziya Efûyê ya Navnetewî kirin.

Bi taybet di qada navnetewî de, jinên femînist, çepgir û demokrat piştgirî dan kampanyayê.

Ne tenê li Ewrûya li Kurdistanê ku ji ber faşîzma AKP-Erdogan komkujî pêk hatin, saziyên jinan piştgirîdan kampanyayê.

Li Rojavayê kurdistanê, Şengalê, Mexmûrê û başûrê Kurdistanê îmze hatin komkirin.

Tevgerên jinan, mal bi mal geriyan ji bo darizandina dîktator Erdogan ji gel îmze berhev kirin.

Yek ji cihên ku bi xurtî tevlî pêngavê bûn başûrê kurdistanê bû ku tenê di rojekê de carna zêdeyi hezar îmzehatin berhev kirin.

Jinan her derê ji xwe re kir qada têkoşînê û di encama xebateke berfireh de, 235 hezar û 727 îmze hatin berhevkirin, ji saziyên pêwendîdar re hatin şandin.

23’yê îlona 2021’an jî wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevgera jinên Kurd a Ewrûpayê dest bi gava duyemîn a pêngavê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv