Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo bînahiya çavê xwe ji dest nede daxwaza alîkariyê dike

 

Herêz Wehbî ya 35 salî dayîka 3 zarokane. Herêz eger emeliyat nebe,  wê bînahiya çavê xwe ji dest bide, lê ji ber derfetên wê yên madî nîne banga alîkariyê li xêrxwazan dike.

Herêz Wehab (35) xelkê bajaroka Tekye Kakemend ya ser bi Çemçemalê ye. Herêz dayîka sê zarokane û ji sala 2013’an ve êşa çav dikişîne û di rêya nexweşxaneyan de ye.

Herêz di sala 2018’an de li Hewlêrê li navendeke çav ya Emerîkî de ji çavê xwe tê dermankirin, divê berçavk deyne, lê ji ber pereyê wê 500 dolarî derbas dike, nikare bide, lê tevî vê yekê jî ji bo tedawiya çav 2 hezar û 500 dolar deyn kiriye.

Wek Herêz dibêje, ji ber bê derfetiyan niha ewreke reş hatiye ser çavê wê û êşeke wê ya pir zêde heye. Herêz dibêje, ji ber rewşa çavê xwe nikare bi başî li sê keçên jî xwe jî binêre.

Herêz tevî hevjînê wî pêşmergeye jî derfetên wan ên madî dest nade tedawiya çavê xwe bike û wiha dibêje; “Nexweşxaneya Emerîkî 3 sal diyar kirine ji bo biçim nexweşxaneyê. Va sala min a sêyemîn jî berbi dawiyê vê tê, lê hîn jî derfeta min a ez tedawî bibînim nîne.”

Herêz bang li xêrxwazan û kesên derfetên wan ên madî baş dike, ji bo çavê xwe ji dest nede di vê dema wê ya zehmet de destê alîkarî û hevkariyê dirêjê wê û zarokên wê bikin.

Hevjînê Herêz Mihemed Siyamend ê ji sala 1998’an ve pêşmergetiyê dike, diyar kir wî dema Herêz biriye gel bijîşkê wê gotine, çavê wê gelek lawaz bûye û eger tedawî nebîne, wê bi temamî çavê xwe ji dest bide. Siyamend dibêje, ji bo dermankirinê pêwîstiya wan bi 6 hezar û 500 dolar heye, meaşê digire ancax dikare têra dabînkirina pêwîstiyên malê dike.

Mihemed Siyamend ê pêşmerge diyar kir ji bo alîkariyê heya niha serî li gelek berpirs û aliyan daye, lê alîkarî nedanê, ji bo vê jî weke şansê dawiyê banga alîkariyê li xêrxwazan, rêxistin û berpirsan dike, alîkariyan bikin û Mihemed dibêje, “Ji bo zarokên me yên keç jî mabin, daxwazê dikin destê alîkariyê dirêjê me bikin.”

Ev malbate li Tekyeya Kakemend a ser bi Çemçemalê, li nêzî dibistana Berdeqaremane û ji bo gihandina alîkariyê jî dikarin li vê telefonê bigerin: 07703597025

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv