Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re azadî, dest bi çalakiyeke nû dike.
Bi daxwaza azadiya Rêber Apo “Keştiya Azadiyê” derdikeve seferê.
Çalakî wê 8’ê Mijdarê li Yûnanistanê dest pê bikin û heta 12’ê Mijdarê bidome.
Keştiya Azadiyê wê 9’ê Mijdarê ji peravên Yûnanistanê berê xwe bide Îtalyayê.
JI BO AZADIYA RÊBER APO “KEŞTIYA AZADIYÊ”
9’Ê MIJDARÊ JI YÛNANISTANÊ BER BI ÎTALYAYÊ VE DERDIKEVE SEFERÊ
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re azadî kampanya “dema wê hatiye, ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo Kurdistanê aştî” kampanyayek dabû destpêkirin.
Di çarçoveya vê kampanyayê de wê çalakiyeke navnetewî were lidarxistin.
Çalakî 8’ê Mijdarê li Yûnanistanê dest pê dike.
9’ê Mijdarê wê “Keştiya Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo, ji Yûnanistanê bi mitîng û civîneke çapemeniyê derkeve seferê.
12’ê Mijdarê wê keştî bigihe peravên Îtalyayê û bi mitîngekê bê pêşwazîkirin.
Ji 8 heta 12’ê Mijdarê di çarçova çalakiyê de wê aktîvîteyên cûda, weke panel, agahdarî, çandî, konferansa gel û konser bên lidarxistin.
Di keştiyê de wê 50 rojnamevan, akademîsyen, siyasetvan, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûnerên tevgerên jinan, nûnerên saziyên Kurdan û hunermend cih bigirin.
Têkildarî çalakiyê înîsîyatîfa ji Abdullah Ocalan re azadî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hat bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku dema Rêber Apo li Îtalyayê bû Ewrûpayê hiqûqa xwe binpê kir.
Înîsiyatîfê têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo berpirsyariya Konseya Ewrûpayê û CPT’yê jî bi bîr xist.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Divê bicihanîna krîterên Nelson Mandela, Abdullah Ocalan azad bibe.
Ji bo ev yek were bicihanîn, zêdetirî 150 hezar name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.
Înîsiyatîfê diyar kir, ku ew ê bi vê daxwazê çalakiya “Keştiya Azadiyê” li dar bixin û got, 12’ê Mijdarê wê li bendera Napolî ya Îtalyayê bi hezaran dostên Îtalyan pêşwaziya keştiyê bikin.