Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

JI BER MADEYA CIVAYÊ LI ÇEWLIKÊ 100 ZAROK JAHRÎ BÛN

Li Çewlikê nêzî 100 zarok ji ber madeya cîwayê li dibistanekê bi jehrê ketin.

Xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên li Sancakê di 20’ê Îlonê de ji ber êşa li serî, zik, vereşandin, sorbûna beden, weşandina çerm, şewitîn, xura li çav û sergêjiyê çûn nexweşxaneyê.

Hevserokê HDP’ê yê rêxistina Çewlikê Veysî Kaya, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Îmdat Morsumbul û endamên meclîsa şaredariyê serdana zarokên li nexweşxaneyê û malbatên wan kir.

Veysel Kaya piştî serdanê ragihand ku bûyera jehrbûnê metirsîdar e û da zanîn ku 100 xwendekar bi jehrê ketine.

Derket holê ku madeya cîwa li dibistanê dîtine û piştî ku pê lîstine nexweşiyên bi vî rengî li wan peyda bûye.

Hevserokê HDP’ê, ji Wezareta Tenduristiyê û Yekîtiya Tabîbên Tirk xwest ku rewşa tenduristiyê ya zarokan ji nêz ve bişopînin, bûyerê lêkolîn bikin û mexdûriyetê çareser bikin.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv