HER KU DIÇE XETEREYÊN LI SER KURDÎ ZÊDE DIBIN
JI ALIYEKÊ ASÎMÎLASYONA DEWLETA TIRK Û JI ALIYEKÎ JÎ OTOASÎMÎLASYON
Ji bo Cejna Zimanê Kurdî 15 Gulanê rojên hejmartî mane û xetereyên li ser Kurdî her ku diçin zêde dibin.
Xetereyên ser zimanê Kurdî jî, 2 alî ne.
Ya yekemîn zext û siyaseta bişaftinê ya dewleta Tirk e.
Ya dûyemîn jî, otoasîmîlasyon ango asîmîlasyona xwe bi xwe ye.
Dermanê her du xetereyan jî, berpirsyarî û hestiyariya malbatan e.
MAMOSTEYÊ KURDÎ FERHAT ERTAŞ:
JI DEWLETÊ HÊVÎKIRINA PARASTINA KURDÎ, HÊVÎKIRINA EFÛYA JI CELAD E
Ji mamosteyên Kurdî yê Akademiya Ma Muzîkê Ferhat Ertaş jî balê dikîşîne ser rol û berpirsyariya malbatan.
Ertaş bi van gotinan jî riya çareseriyê nîşan dide.
Ertaş ji dewleta Tirk hêvîkirina parastina ziman jî, wekî hêviya ji celadê efûkirin dinirxîne.
Mamoste Ferhat Ertaş bi van gotinan jî bang li dildarên Kurdî dike.