Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Ji 30 baregeh zêdetir yên artêşa tirk li Başûrê Kurdistanê hene

 

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI HEVKARIYA PDK’Ê TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK
JI 30 BAREGEHAN ZÊDETIR YÊN ARTÊŞA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HENE

Dewleta tirk li hemberî herêmên Parastina Medyayê êrişên xwe yên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê didomîne.

Dewleta tirk bi erêkirina PDK’ê bi avakirina dehan baragehan dixwaze herêmê dagir bike.

Artêşa Dagirker a tirk yekemîn barageha xwe sala 1994’an li bajarokê Selaheddînê ku 25 kîlometreyan dûrê Hewlêrê ye danî.

Li vê derê hêjî yekîneyên taybet ê artêşa tirk hene.

Paşê, li herêmên weke; Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê û Kanîmasî baregehên nû avakirin.

Ev baragehên ku bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê hatin avakirin, dewleta tirk hema bêje dagirkeriya xwe mayîn de kir.

Navên baregehên artêşa tirk ku li hin herêman hatine bicîh kirin wiha ne;

Batufa, Kanîmasî, li Bamernê barageha lojîstîk û qada hewayî, Sinkê, Bêgova, Geliyê Zaxo, Şêladizê, Sîrê, Kupkê,
Berwarî-Qimrê baregeha eskerî, Koxê Spî, Deriyê Dawetiya, Ciyayê Serzerî, Çiyayê Meqlûp ku girêdayî herêma Zêlkane, Başîqa Gedû, herêma Barzan Mizûrê Bala, Mesîf Asos û barageha eskerî ya Mergê.

Her wiha li Amediyê, herêma Batûfa û Zaxo taxa Bêdarê jî baragehên MÎT!a tirk hene û artêşa tirk baragehên nû vedike.

Di dema dawî de li girê Hesen Beg noqteya çavderiyê avakir.

Dîsa li çiyayê Helgûrt yê nêzî gundê Xûşkan û Hecî Umran xebatên avakirina nokteyên Çavderiyê û qerekolan dan destpêkirin.

Li Hesarî çiyayê Serkan, ser rêya Memîxan û Sînorê Dola Alan, Rayat û Berde Zer’dê artêşa dagirker qereqolên nû avakirin.

Artêşa Dagirker li Gundê Jor, Geliyê Jêr û herêma Şore noqteyên cavderiyê danîn,

Ji wê derê jî di xwaze ji herêma Belekatî derbasî herêma Delzê û Berdebokşan bibe û li qereqolên heyî yên nû zêde bike.

Li navçeya Rewandûzê eskerên artêşa tirk yên bi cilên pêşmeregeyan li girê Helemond yê beranberî Zînê Wertê bi cîh kirin.

Her wiha artêşa dagirker hêzeke mezin a bi çekê giran şandin li gundê Rewandûzê Gerwanî Xiwarû.

Artêşa tirk a dagirker qereqolên xwe yên li Qesrê, Gocar, Xaneqa, Kolîtar, Mamerût, Pişt Mergê û rêya Balayan nûkirin.

Li van baragehên artêşa tirk a dagirker deh-hezaran Esker hatine bicîh kirin.

Li dijî tevgera dagirkeriya dewleta tirk jî berxwedana dîrokî ya gerîlayên tevgera Azadiyê jî bê-navber didome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv