Agirbesta ku Gazaya wêran bi rojane li bendê bû, di dawiya dawî de pêk hat.
Îsraîl û Hamas bi navbeynkariya Amerîka û Misrê, ji bo dawî li şerê xwe bînin li hev kirin.
Bi destpêka agirbestê re, li Gazayê piştî 11 rojan welatî bêtirs derketin kolanan û aştî û aramiyê pîroz kirin; lê, li dûv xwe bîranînên bixwîn, wendahiyên giran hiştin.
230 Filistînî û 13 Îsraîlî bûn qurbana vî şerî.
Herwiha piraniya wan li Xezayê, bi sedan avahiyên sivîlan hilweşiyan û li derdora hezar kesî birîndar bûn.