Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro salvegera Komara Kurdistanê ye 22.01.2021

 

SALVEGERA KOMARA KURDISTANÊ
75 SAL IN HEMAN SIYASETÊN HÊZÊN SERDEST DEWAM DIKIN

22’yê çileya 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê li Meydana Çarçira bi xwendina sirûda Ey Reqîp Komara Kurdistanê hat avakirin.

Pêşewayê nemir Qazî Mihemed tevî heval û hogirên xwe di encama ked û têkoşîna bi dehê salan bingeha vê komarê danî.

Erê di qabîneya komarê de li gel Qaziyê nemir 13 wezîr hebûn lê ev komara ya hemû kurdan bû.

Di temena xwe yê 11 mehî de ev komar di dîroka Kurdistanê de her rojên xwe karîbû bi tîpên zêrîn binivîse.

Nû bû û ji Kurdistana nûjen re pêşengiyê dikir.

Komara Kurdistanê di qada rewşenbîrî, siyaset û civakê de bû navendeke giring.

Li aliyê din dibin banê komarê de xebatên parastinê hatin kirin û artêş saz bû.

Li gel vê, di qadên aborî, çand û huner, wêje û perwerdeyê de gavên giring hatin avêtin.

Jinên Kurd di Komara Kurdistanê de jî xwedî rolek giring bûn.

14’ê Adara heman salê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat avakirin.

Hevjîna Qazî Mihemmed Mîne Xanim pêşengiya xebatên jinan kir.

Ev pêşketinên li ser axa welatê kurdan Medyayê bala hemû cîhanê jî dikşand.

Zilhêzên cîhanê yên wê demê Brîtanya û Yekitiya Sovyetan ji bo hegemonyaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn nehiştin ku Komara Kurdistanê mezintir bibe.

Ev herdu zilhêzan bi hevkarên xwe yên herêmî komara tirk û rejîma Îranê dan kêleka xwe û ketin pey tunekirina vê çiraya geş.

Pêşî Yekîtiya Sovyetan ku destpêkê, destekê ku dabû Qazî Mihemed piştevaniya xwe şûnde kişand.

Piştre Brîtanyayê Îran kişkişî axa komarê kir.

Dewleta tirk jî ji bilê bakur ve di vê komployê de cihê xwe girt.

Komara Kurdistanê Mehabad bi destê van hêzan 17’ê Kanûna 1946’an hat hilweşandin.

Pêşewa Qazî Muhammed û hevalên wî di 31’ê adara 1947’an de li Meydana Çarçira ku Komar lê hatibû ragihandin, hatin darvekirin.

Şopdarên Pêşewayê nemir îro roj ji bo îdealên wî bibin serî li her çar beşên Kurdistanê li çiya û baniyan, li gund û bajaran agirê Şoreşa Kurdistanê geş dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv