4. FESTÎVALA JINAN A FÎDAN DOGAN-ROJBÎN
”LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN, DEM DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
Festîvala 4’emîn a Fîdan Dogan-Rojbîn bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê li paytext Parîsê hate lidarxistin.
Festîval bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinanan; dem dema parastina jin û civaka azad e’ pêk hat.
Îsal festîval ji bo bîranîna endama Konseya Rêveber a KJK’ê Fîlîz Aslan-Leyla Agirî hat kirin.
Leyla Agirî di Hezîrana 2020’ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.
Di festîvalê de Senator Laurence Cohen avivî û diyar kir, gelê kurd li dijî DAIŞ’ê bedelên giran dan. Lê yekîtiya Ewrûpa ew ji ber penaberan firotin. Ez wan şermezar dikim.
Cohen destnîşan kir ku ew ê tim bi gelê kurd re be û ew ê kurd bi ser bikevin.
Paşê koma kevana Zêrîn derket ser dikê û çend stran gotin.
Paşê gelek hûnermendên mîna Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan derketin ser dikê.
Koma lîstikên Gelê Tamîlî balkişand ser xwe.
Tîmên govendê ya TEV-ÇAND’ê jî govend gerandin.