Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îrfan Guler-Adil Urfa

 

ÎRFAN GULER – ADIL URFA
PÊNÛSA ŞOREŞÊ, WÊJEKARÊ RÛKEN Ê TÊKOŞÎNA JI ZÎNDANA AMEDÊ HETA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Ji pênûseke tûj im…
Ne ji pênûseke bi qîr û hawar,
Êdî ew dem borî,
Ne qîr û qiyameta hovan rakirî…
Li lênûskên me qîr û qiyameta lehengan rakirî tê nivîsîn,
Ji pênûseke serhildêr,
Ez ji pênûseke tolhilîner im,
Di tûrikê min de qewlê azadiyê heye,
Her qermîçonka rûyê min şopeke ji rojeke dîrokî ye,
Di lênûska min de çîroka şoreşa herî mezin neqişandî ye…

Sala 1958’an li navçeya Rihayê Sêweregê ji dayîk bû.

1976’an yek ji kadroyên milîtan ên Apoyî bû, ku pêşî li Sêweregê beşdarî têkoşînê bû.

Di dema dibistana amadehî de tevgerên şoreşgerî yên Tirkiyê ji nêz ve şopand.

Di pola dawî de pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Cûma Tak û Mehmet Sevgat nas kirin.

Hê di 18 saliya xwe de bû milîtanekî şareza.

Wê demê di têkoşîna li dijî çeteyên dewletê û axayên hevkar de li refên pêşî bû.

Paşê çû Dersimê û bi komên Apoyî re xebat kirin.

Rêber Apo nas kir û yek ji beşdarên civîna li Dîlokê bû.

Di darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî de dîl ket destê dewleta Tirk.

Li zîndana Amedê bû yek ji berxwedêran û êşkenceyeke giran lê hat kirin.

Tam 21 salê li zîndanê dîl hat girtin û çawa hat berdan 2001’ê beşdarî têkoşîna siyasî û civakî ya li Kurdistanê bû.

Di akademiyên siyasetê de ders da û bû yek ji kadroyên pêşeng di têkoşîna civakî de.

Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bû pênûsa şoreşê.

Li ser pêşniyara Rêber Apo cihê xwe di nava komîteya 7 kesî de girt.

Bi ked, vîn û sebreke mezin romana partiyê nivîsî.

Îrfan Guler bi nasnav Adil Urfa şoreşgerekî 45 salan, têkoşerekî ji zîndan, bajar heta çiyayan xwedê hinaseyeke bêdawî bû.

14’ê Adara 2021’ê di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv