Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Iraqê Tirkiyê şermezar kir û avakirina baregeheke leşkerî qebûl nekir

 

HULUSÎ AKAR DERBASÎ NAV SÎNORÊN IRAQÊ BÛ
IRAQÊ TIRKIYE ŞERMEZAR KIR Û AVAKIRINA BAREGEHEKE LEŞKERÎ QEBÛL NEKIR

Wezareta karê derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê bê destûr derbasbûna wezîrê parastina Tirkiyê ya nava xaka Iraqê, şermezar kir.

Herweha wezaretê diyar kir ku ewê pilanên Tirkiyê yên avakirina baregeheke leşkerî li herêma başûrê Kurdistanê, bi ti awayî qebûl nekin.

Erkdarê karûxebatên baylozgeha Tirkiyê li Bexdayê, ji aliyê wezreta kerê derve ve hat vexwendin û nameya şermezarkirinê radestî wî hat kirin.

Wezareta karê derve ya Iraqê daxuyaniya wezîrê karê hundir ê Tirkiyê derbarê avakirina baregeheke leşkerî li başûrê Kurdistanê jî, bi tûndî şermezarkir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hebûna hêzên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê, ne rewa ye.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv