Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îranê bi balafirên bêmirov bombe li Başûrê Kurdistanê barand

 

Dewleta Îranê bombe li herêmên Bradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên bêmirov ên biçek ên Îranê, li gorî dema herêmê saet di 06:30’î de bombe li baregeha leşkerî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (KDP-Î) barand.

Hate ragihandin ku êriş li herêma Balekayetî û qada Berbizina ya Bradostê pêk hat.

Di heman demê de gundên Dêge û Şêrkaweyan ên navçeya Simêlan a Çobanê jî ji aliyê Îranê ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye, lê xisara madî li herêmê bûye.

Îranê herî dawî beriya pênc salan li vê herêmê bi balafirên bêmirov ên biçek êriş kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv