Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Insyatîfên dostaniya bi gelê Kurd li Skotlandayê

 

BERNAMEYA DOSTÊN KURD ÊN LI SKOTLANDÊ
LI SER ZOOMÊ TÊKOŞÎNA KURD TÊ NÎQAŞKIRIN

Di dema karantînayê de înternet ji bo piştgiriya enternasyonalîst derfeteke mezin pêk tîne

Komek dostên kurd ên li Skotlandê ji bo piştgiriya bi doza kurd re her hefte di derbarê mijarekê de bernameyekê li ser zoomê li dar dixin

Ev bername paşê li ser medyaya civakî jî tên belavkirin û ji aliyê gelek kesan ve tên temaşekirin

Însîyatîfa piştgiriya Skotlandê ya bi Kurdistanê re her hefte roja sêşemê bernemaya “Sêşemên Kurdî” li dar dixe.

Bi beşdariya lêkolîner û pisporan mijarek di derbarê têkoşîna kurdan de tê guftugokirin û bername li ser zoomê tê weşandin.

Bi vî awayî, însîyatîfa Skotland-Kurdistanê dixwaze di dema karantînayê de derfetên înternetê ji bo xebatên piştgiriyê baş bi kar bîne.

Paşê, ev bername di facebook ê youtubê de tên belavkirin bi vî awayî digihîje ber destên gelek kesan.

Mêvanê bernameya yekemîn ku 2 hefte berê hat lidarxistin, aktîvîsta tevgera azadiyê ya jina kurd Dîlar Dîrîk bû.

Di vê bernameyê de helwestên tevgera kurd a li dijî nexweşiya koronayê hatin nirxandin.

Democratic Confederalism

Publiée par Kurdistan Solidarity Network sur Mardi 19 mai 2020

Û mijara bernameya duyemîn jî li ser vesazkirina sîstema konfederalîzma demokratîk bû.

Di vê bernameyê de jî dostên kurd hin aliyên balkêş ên vê pergala ku niha li Rojava gav bi gav tê damezrandin, nîqaş kirin.

Publiée par Scottish Solidarity with Kurdistan sur Vendredi 22 mai 2020

Ew ê di 2’yê Hezîranê de bi beşdariya parêzerê belçîkî Jan Fermon bernameya sêyemîn pêk were.

Jan Fermon di doza PKKê ya li Belçîkayê de bi serfirazî parêzeriya saziyên kurd kiribû û dadgeha belçîkî biryar dabû, PKK ne terorîst e lê berovajiya vê rêxistineke şerê çekdarî ya ji bo dozeke siyasî ye.

Ev jî hatin dîtin

Bîlançoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê – 07-09.05.2021

Stêrk Tv

Sîxurên rejîma Sûrî li xwe mukir hatin

Stêrk Tv

Li Efrînê çete tên bicih kirin

Stêrk Tv

Emîne Şenyaşar: Roja edalet pêk bê ji bo min roja dayîkan e

Stêrk Tv

Doza Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê bi dawî bû

Stêrk Tv

Nameyên ku HDP’ê ji Gergerlioglu re şandin nehatin teslîm kirin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!