Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî dagirkeriyê xebatên xwe yên li Başûr didomîne

 

ÎNSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ XEBATÊN XWE YÊN LI BAŞÛR DIDOMÎNE

150 endamên Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ku ji nûnerên 14 welatan pêk dihat ji bo çavdêriyê li rewşê bikin û pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin xwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin û hevdîtinan pêk bînin.

Hin endamên heyetê ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin û paşde hatin şandin.

Hinên din jî bi zehmetiyên mezin karîn derbasî nava Hewlêrê bibin.

Heyeta derbasî Hewlerê bû tevî astengiyan jî bi gelek aliyan re dest bi hevdîtinan kir.

Ji endamên heyetê jina bi navê Xezal nerazîbûn nîşanî astengiyên dide û dibêje:

Nabe ku bêdengî were qebûlkirin, divê em hemû bi hev re li dijî zilm û dagirkeriya dewleta Tirk rawestin.

Endamekî din ê heyetê Serdar Dorter jî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk vê bangê dike.

Piştî gera li Hewlerê heyet derbasî Silêmaniyê bû.

Çav li rêye heyet li vir jî bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtinan pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv