Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê û Tîmên YPS`Ê li dijî hevkarên AKP`Ê li Amed û bajarên Tirkiyê çalakî pêk anîn 11.09.2020

 

ÎNSIYATÎFA JINÊN TIRÊJÊN ROJÊ Û TÎMÊN YPS’Ê
LI DIJÎ HEVKARÊN AKP’Ê LI AMED Û BAJARÊN TIRKIYÊ ÇALAKÎ PÊK HATIN

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê û Milisên YPS’ê li Amed û bajarên Tirkiyê rêzeke çalakiyên şewitandinê pêkanin.

Armanca ciwanan ewe ku zirar bidin karsaz û derdorên ku di şerê li Kurdistanê de piştgirî didin AKP’ê.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di 8’ê Îlonê de li navçeya Stenbol Avcilarê 3 wesayit, heman rojê li Kuçukçekmece 2 qemyon û qadeke herêma leşkerî şewitandin.

9’ê Îlonê jî li Kuçukçekmece 2 wesayit, li navçeya Kocaelî Gebze febrîqeya faşîstekî AKP’yî şewitandin.

Însiyatîfê ragihand ku ew pengava nû ya Tevgera Azadiya Kurdistanê silav dikin û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga berxwedanê li ciwanên Kurd dikin.

YPS’ê jî ragihand ku Tîmên Bersivdayînê yên Şehîd Senar Garzan 5’ê Îlonê li Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî kirin.

Çalakî li navçeya Farqînê pêk hat û di encamê de firoşkarê narkotîkê H.B. ji bo cara dawî hate hişyarkirin û madeyên narkotîkê yên pêre hatin îmhakirin.

10’ê Îlonê jî li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê li dijî qereqoleke li herêma pîşesaziyê çalakiya sabotajê hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de li hemberî beşa teknîkê ya qereqolê û beşek ji jenartora qereqolê hat îmhakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv