Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Înîsiyatîfa ‘Ji Kurdan Re Edalet’ îmzeyan kom dike: ‘Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin ez jî heme’

 

ÎNÎSIYATÎFA JI KURDAN RE EDALET ÎMZEYAN KOM DIKE
“JI BO PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN EZ JÎ HEME”

Ji bo PKK bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYA û Yekîtiya Ewropa bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navnetewî di 13’ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin.

Kampanya ku li Ewrûpa hatiya dest pê kirin wê li qada navneteweyî jî meşandin.

Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn bin kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin.

Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.

Li gorî agahiyên ku ji însiyatîfê hatin wergirtin, her kes dikare tevlî kampanyayê bibe.

Kampanya li ser malpera înternetê justiceforkurds.info bi gelek zimanî hate destpêkirin.

Kampanya wê li Ewropa, DYA, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin.

Di çarçoveya kampanyayê de navendên civaka Kurd wê bi roleke çalak rabin.

Di vê çarçoveyê de wê stant bên danîn û îmze werin komkirin.

Hate ragihandin ku kampanya wê bi mehan dewam bike. Armanc jî komkirina 4 milyon îmzeyê ye.

Îmze wê pêşkêşî Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar ên li DYA’yê bêne kirin.

Her wiha ev îmze wê ji bo parlamenteran jî bibin referans û bi vî rengî mijar bikeve rojeva parlamentên neteweyî yan jî federal.

Însiyatîf dixwaze hinceta ‘lîsteya terorê’ ji destê dewleta Tirk derxîne ku vê hincetê ji bo sûcên xwe bi kar tîne.

Dewleta Tirk hem ji bo êrişên xwe yên dagirkeriyê hem jî ji bo bêdengkirina dengên muxalîf ên li hundir bi taybetî jî yê Kurdan, ‘lîsteya terorê’ ya Yekîtiya Ewropa û DYA’yê û pênaseya ‘terorîst’ ji xwe re dike hincet.

Dewleta Tirk ku li Mexmûr, Şengal û Rojava sûcên şer dike, li van deveran jî heman hincetê nîşan dike.

Înîsiyatîf ji bo şikandina bêdengiya hêzên navnetewî, derxistina navê PKK’ê ji lîsteyê girîng dibîne.

Derxistina PKK’ê ji lîsteyê wê di heman demê de deriyê edaletê ji bo Kurdan veke.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv