ÎLHAM EHMED
SEROKA DESTEYA RÊVEBER A MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed rojevên li Kurdistan û Sûriyê ji ajansa ANHA’ê re nirxand.
LI TIRKIYÊ PÊLA NÎJADPERESTIYÊ
ÎLHAM EHMED: DIVÊ YEKÎTIYA EWRUPA MUDAXELEYÊ TIRKIYÊ BIKE
Îlham Ehmed di hevpeyîna xwe de pêşî qala komkujiya Konyayê û êrişên li dijî Kurdan kir û anî ziman ku hişmendî û siyasetên AKP’ê rê li ber karesetên bi vî rengî vedike.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê got divê Yekitiya Ewropayê ji ber van êrişan mudaxeleyê Tirkiyê bike.
NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER:
ÎLHAM EHMED: NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER MIJAREKE SÛRÎ YE
Derbarê naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî Îlham Ehmed got.
Ev mijar di radeya yekemîn de Sûrî ye û girêdayî destura bingehîne.
Danûstandinên rasterast ê Rêveberiya Xweser bi dewletên rojavayî re hene.
Bi taybet di dosyaya şerê li dijî DAIŞ’ê, û girtiyên endamên rêxistina DAIŞ û dosyaya aboriyê de.
Em dikarin bêjin ku ev her du dosya yên herî girîng in ku hêzên navneteweyî bi Rêveberiya Xweser re dide û distîne.
ALOZIYA LI SÛRÎ
ÎLHAM EHMED: TIRKIYE Û ÎRAN LI PÊŞ ÇARESERIYÊ DIBIN ASTENG
Îlham Ehmed diyar kir ku tevî zextên li ser hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyê tu çareserî ji aliyê Sûriyê re di demeke nêzî de xuya nake û got.
Rejîm ne xwedî îrade ye, derbarê çareserkirina aloziyê û guhertina destûr de ne xwedî biryar e.
Gelek astengiyên cidî hene, di nav de destwerdanên derve, aktorên hundirîn a girêdayî zihniyeta rejîmê hene.
Her wiha Tirkiye û Îran jî çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin.
TÊKILIYÊ MSD’Ê Û HIKUMETA ŞAMÊ
ÎLHAM EHMED: EM HEWL DIDIN BI AWAYEK RASTE RAST TÊKILIYAN DANIN
Derbarê danûstandinên bi aliyên Sûrî re, Îlham Ehmed ev got:
Em hewl didin têkiliyan berfireh bikin û têkiliyên nû û rasteqîn ava bikin.
Ger rejîm qebûl bike an red bike divê lihevkirineke Sûrî li ser çareseriyê hebe. Em di vê çarçoveyê de dixebitin û têkiliyên me bi muxalifên Sûrî re baş in.