DI HEVDÎTINA BÛDÇEYÊ DE NÎQAŞA KURDISTANÊ
HULÛSÎ AKAR: NE LI TIRKIYÊ Û NE JÎ LI DERVEYÎ WÊ “KURDISTAN” NÎNE!
Dagirkeriya Tirk ji destpêka avakirina komara xwe û vir ve li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bi înkar û tinekirinê rabûye.
Mînaka vê yekê doh di hevdîtinên bûdçeyê de li Meclîsa Tirkiyê careke din derket holê.
Di Komîsyona Pîlan û Bûdçeyê ya Meclîsê de pêşniyara bûdçeya 2022’yan a Wezareta Parastinê ya Tirk dihat nîqaşkirin.
Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari di civînê de bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û got, di demên dawî de li Herêma Federe ya Kurdistanê, îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî heye.
Wezîrê şer ê dagirkeriya Tirk Hulûsî Akar di cih de ket navberê û ev bersiv da:
Ne li Tirkiyê û ne jî li derveyî Tirkiyê, herêmeke cografîk a bi navê Kurdistanê nîne.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî pirsa “çima…? Ma Kurdistana Iraqê nîne?” ji Hulûsî Akar kir.
Hevkarê Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî Hulûsî Akar jî ev bersiv da: na nîne.