Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE: ‘Di navbera 6 û 15’ê Hezîranê de 11 çete hatin kuştin’

 

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ:
DI NAVBERA 6 Û 15’Ê HEZÎRANÊ DE 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê rojane çalakiyan dikin.

Hêzên Rizgariya Efrînê encama çalakiyên di navbera 6 û 15’ê Hezîranê de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê:

6’ê Hezîranê li ser rêya Cindirêsê çeteyek hat kuştin

7’ê Hezîranê jî li bajarokê Rayî yê navçeya Babê li hemberî çeteyan çalakiyeke taybet hat lidarxistin.

Li vir jî 3 çete hatin kuştin, 9 jî brîndar bûn.

Roja 8’ê Hezîranê jî li taxa Mahmudiye ya li navenda Efrînê 2 çete hatin brîndar kirin.

11’ê Hezîranê jî şervanan li gundê Til Cilbirîn yê Ezazê navendeke artêşa Tirk kir hedef.

Di encamê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Şervanan 12’ê Hezîranê jî li Cerablûsê li dijî çeteyên çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de serçeteyekî bi navê Feysel Xelîl hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

15’ê Hezîranê jî li gundê Kefercenê yê navçeya Şera şervanan çalakiyeke sabotajê pêk anî.

Di encamê de 3 çete hatin kuştin û wesaîtek hat rûxandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv