Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE: 9 dagirker hatin kuştin, 3 jê leşker in

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de 9 dagirker hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên vê dema dawiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li hemberî artêşa dagirker û çeteyên wê, çalakiyên me yên bersivdanê dewam dikin. Li herêmên Bab, Marê, Şera û Şêrawayê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin.”

Li gorî daxuyaniyê, 27’ê Hezîranê li Babê li dijî çeteyan çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û wesayiteke çeteyan hate teqandin.

Hate ragihandin ku di 5 û 6’ê Tîrmehê de li nêzî bajarokê Marê çalakiyên sekvaniyê hatine kirin û di encamê de 3 çete hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “14’ê Tîrmehê li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Heman rojê li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyeke çeteyan hat teqandin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li gundê Gobelê yê navçeya Şêrawayê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Têkildarî encamên vê çalakiyê ev agahî hatin parvekirin: “Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşker hatin kuştin, erebeyeke zirxî ya bi cureya Kîrpî û nuqteyek cebilxanê hatin teqandin.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv