Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE: 8 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wî de 5 ji wan leşker bi giştî 8 dagirker hatine kuştin.

HRE’yê bîlançoya çalakiyên li Efrîn, Mare, Ezaz û Cindirêsê eşkere kir.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev agahî hatin dayîn:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrişên xwe yên topbaranê li ser herêmê zêde kirin. Li hember wan êrişan di çarçoveya parastina rewa de di navbera rojên 14 û 19’ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.

Roja 14’ê Tebaxê, li bajarokê Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Heman rojê, li gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 15’ê Tebaxê, li gundê Keferxuşê yê Ezazê, hêzên me li hember baregehekî artêşa Tirk bi çekên giran çalakiyek lidarxist. Di encama vê çalakiyê de hemjara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Roja 16’ê Tebaxê, li navçeya Cindirêsê, di encama çalakiyeke sabotajê de çeteyek hat kuştin û motorek hat rûxandin.

Roja 19’ê Tebaxê, li gundê Gobelê ya Efrînê, li hember wesayîteke artêşa Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Ev seyare hat rûxandin. Piştî çalakiyê dema dijmin cenazeyên xwe radikirin, li hember seyareyeke din jî çalakî hat lidarxistin. Ev wesayît jî hat rûxandin. Di encama wan çalakiyan de 5 leşker hatin kuştin, birîndarên dijmin hene, lê hejmara birîndaran nehat zelalkirin.

Bi giştî di wan çalakiyan de; 5 leşker û 3 çete hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv