Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên piştî êrişa PDK’ê agahî ji wan nayên girtin eşkere kirin

 

26’Ê TÎRMEHÊ LI GUNDÊ BÊXME YÊ XELÎFANÊ ÇI QEWIMÎ?
HPG’Ê NASNAMEYÊN 3 GERÎLAYÊN PIŞTÎ ÊRIŞA PDK’Ê AGAHÎ JI WAN NAYÊN GIRTIN EŞKERE KIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê beriya niha bi du daxuyaniyan eşkere kiribû, ku hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê êrişî komeke gerîla kirine.

HPG’ê bixwespartina agahiyên xelkê herêmê dayî ragihandibû, ku di vê êrişê de ji koma gerîla şehîd hene.

Û di her du daxuyaniyan de jî bang li PDK’ê kiribû, ku aqûbeta her sê gerîlayan ji bo wan û raya giştî ya Kurd eşkere bike.

HPG’û herî dawî nasnameyên her sê gerîlayên agahî ji wan nayê girtin eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê got, tevî bang û hewldanên malbatên van hevrêyên me heta niha jî ti bersiv nehatiye dayîn.

Nasnameyên gerîlayên agahî ji wan nayê girtin wiha ne:

Erdal Aslan bi nasnav Serwer Serhat li Erziromê ji dayîk bûye.

ERDAL ASLAN
SERWER SERHAT
ERZIROM
DÊ Û BAV: ZAHÎDE – SEYÎTXAN

Ayhan Tatli bi nasnav Wargeş Çavreş li Şirnexê ji dayîk bûye.

AYHAN TATLI
WARGEŞ ÇAVREŞ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: HEYÎÇ – SULEYMAN

Û Mehmûd Xelef bi nasnav Dijwar Berxwedan li Hesekê ji dayîk bûye.

MEHMÛD XELEF
DIJWAR BERXWEDAN
HESEKÊ
DÊ Û BAV: ROS XELÎL – HESEN XELEF

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv