Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê Nasnameya Du Gerîlayên Şehîd Ragihand

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di meha Gulanê de li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku gerîla Ardil, Firat heta guleya xwe ya dawî şer kirin û ji bo dîl nekevin destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqandin.

HPG’Ê NASNAMEYA DU GERÎLAYÊN ŞEHÎD RAGIHAND
HPG: GERÎLA ARDIL Û FIRAT DI GULANÊ DE LI DERSIMÊ ŞEHÎD BÛN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên ku li Dersîmê şehîd bûne ragihand.

Di daxuyaniyê de li ser şehadeta her du gerîlayan ev agahî hatin dayîn:

Di destpêka meha Gulanê de artêşa Tirk li qadên Yasak û Geliyê Sal ê Dersimê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Li herêmê di navbera komeke gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî.

Di şer de artêşa dagirker derbên giran xwarin.

Hevrêyên me Ardil, Firat û Îsyan jî heta guleya xwe ya dawî şer kirin û birîndar bûn.

Ji bo dîl nekevin destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqandin.

Mîna bi sedan jin û mêrên Dersimî yên leheng ku di dema komkujiya Dersimê de ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin, hevrêyên me Ardil, Firat û Îsyan jî xwedî li vê çanda berxwedanê derketin û teslimiyet qebûl nekirin.

Em ê sekna fedayî ya van hevrêyên xwe, her tim ji xwe re bikin mînak û hîmê bingeha serketinê.

HPG’ê ragihand ku nasnameya gerîla Îsyan piştî zelal bû êw ê bi raya giştî re parvebikin.

Nasnameyên gerîla Ardil û Firat wiha ne:

Buşra Kaya, bi nasnav Ardil Poyraz li Batmanê ji dayîk bûye û di meha Gulanê de li Dersimê şehîd bû.

Ramazan Bayav, bi nasnav Firat Erkendî li Edenê ji dayîk bûye û di meha Gulanê de li Dersimê şehîd bû.

Di daxuyaniya HPG’ê de bi berfrehî behsa kesayet û têkoşîna herdu şoreşgeran jî hate kirin û weha hat gotin:

Hevrêya me Ardil li navçeya Batmanê Kercewsê di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Di ciwantiya xwe de pêşengî ji gelek xebatan re kir.

Di sala sala 2011’an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de xwe pêş xist û di gelek çalakiyan de bi awayekî serketî şer kir.

Weke milîtaneke şareza ya Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê li çiyayên Dersimê têkoşîneke bê hempa meşand.

Bi rihê fedayî yê jina Kurd a bi felsefeya Rêber Apo bû mîna Bêrîtan û bersiva pêwîst da dagirkeran.

Hevrêyê me Firat di nava malbateke welatparêz de mezin bû û 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Bi sekna xwe ya dirûst û kedkar li her dera çûyî, wezîfeyên xwe bi serkeftî bicîh anî.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv