Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê di daxuyaniya xwe de yek bi yek behsa her sê gerîlayan kir

 

JI 26’Ê TÎRMEHÊ VE AGAHÎ JI 3 GERÎLAYAN NÎNE
HPG: FERMANDAR SERWER JI XERZANÊ HETA QENDÎLÊ GERÎLATÎ KIR

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de yek bi yek qala her sê gerîlayan jî kir.

Ji bo fermandar Serwer Serhet got:

Hevrêyê me li navçeya Erziromê Qereçobanê li nava malbateke welatparêz ji dayîk bûye.

Hê ji zarokatiya xwe ve bi hestên welatparêzî mezin bû Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir.

Ji Xakurkê, Qendîlê, Xinêrê heta Zapê gerîlatî kir.

2010’an derbasî Bakurê Kurdistnaê bû û 8 salan li vir bênavber têkoşoya.

Di her astê de fermandariyeke pêşeng hilgirt ser milên xwe.

Li Xerzanê gelek caran şerê sing bi sing bi dijmin re kir û her carê jî derb lê dan.

Di gelek çalakiyên Xerzanê de pêşengî kir.

Piştî ji pratîka Xerzanê vegeriya li Fermandariya Eyaleta Xakurkê wezîfe girt ser milên xwe.

Li vê derê jî erka xwe ya fermandariya Apoyî bi serketî anî cih.

JI 26’Ê TÎRMEHÊ VE AGAHÎ JI 3 GERÎLAYAN NÎNE
HPG: GERÎLA WARGEŞ JI MALBATEKE ŞEHÎDAN BÛ

HPG’ê ji bo gerîla Wargeş Çavreş jî wiha got:

Weke ferdekî eşîra Şorî ya yek ji eşîrên welatparêz li Kurdistanê li Şirnexê ji dayîk bû.

Di nava malbateke şehîdan a koçer de mezin bû.

Li her qadê bû xwedî beşdariyeke bi xwebexşî ya wezîfeyan.

JI 26’Ê TÎRMEHÊ VE AGAHÎ JI 3 GERÎLAYAN NÎNE
HPG: GERÎLA DIJWAR DI TINEKIRINA FAŞÎZMA DAIŞ’Ê DE BI ROLEKE AKTÎF RABÛ

HPG’ê ji bo gerîla Dijwar Berxwedan jî ev agahî dan:

Hevrêyê me li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê ji dayîk bû.

Weke ciwanekî bi rûmet ê Kurd beşdarî nava refên Şervanên Azadiyê yên Rojava bû.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de careke din bi bîr xist, ku her sê gerîlayan dema berê xwe dabûn wezîfeya xwe ya nû 26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê, hêzên PDK’ê êrişî wan kir.

Û ji wê rojê ve têkiliya wan bi her sê gerîlayan re qut bûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv