Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê damezirandina PKK’ê bi çalakiyan silav kir

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya Pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e’ ya KJK’ê de;

Di 25’ê Mijdarê de saet di 09.30’an hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê li de komek dagirkerên li dora Girê Kartal a qada Bektorya ya Heftanînê dan. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Helîkopterên êrişê dema ku xwestin qada çalakiyê bomberdûman bikin jî ji ber mudaxeleya hêzên me neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê

Di 26’ê Mijdarê de saet di 14.20’an de bi çekên giran li dagirkerên rêzeçiyayên Girê Koordîne yên qada Pîrbûlayê hatin xistin. Hêzên me bi îsabet li hedefan dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de

Di 26’ê Mijdarê de saet di 19.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên qada Girê Korodîna ya Çelêya Colemêrgê dan. Hêzên me bi îsabet li hedefan dan.

Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera damezirandina partiya me PKK’ê hatiye lidarxistin.

Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Mijdarê de li xeta Qeşûra, li Girê Azad, Boxaza Girê, Kela Qumriyê, qadên Koordîne ya Metînayê, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû yên Kanî Masiya Amêdiyê operasyoneke dagirker dane destpêkirin. Vê operasyona dagirker di 25’ê Mijdarê de bêyî ku encamekê bistîne, hate vekişandin.

Di 24-27’ê Mijdarê de jî qadên Çemço û Rênçbiraxa ya Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatine bomberdûmankirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv