Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: YJA-Star’ê bi çalakiyeke li Zapê silav da 15’ê Tebaxê

 

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: YJA-STAR’Ê BI ÇALAKIYEKE LI ZAPÊ SILAV DA 15’Ê TEBAXÊ

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku hêzên YJA-Starê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.

Çalakiya gerîlayên jin 11’ê Tebaxê li Zapê pêk hat.

YJA-Starê dagirkerên li ser girê Şehîd Mervan kirin hedef.

Di encama çalakiyê de çeperekî derb xwar û 2 pergalên kamerayên mobesse jî hatin îmhakirin.

HPG’ê ragihand, ku hêzên YJA-Starê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ev çalakî li dar xistine.

HPG’ê wekî din di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên 11’ê Tebaxê jî ragihandin.

ÊRIŞ Û BOMBERDIMANA LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
HPG: ARTÊŞA TIRK DÎSA BI GAZA KÎMYEWÎ ÊRIŞÎ TUNELÊN WERXELÊ KIR

Li gorî daxuyaniyê qada Kafya ya Garê, tunelên şer ên li Girê Sor ê Avaşînê, dora gundên Êdînê, Dêşîşê û Serarû yên bajarokê Kanîmasî bi balafirên şer, teqemenî û obusan hatin bombekirin.

Her wiha li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê jî êrişa bi gaza kîmyewî pêk hat.

4 caran jî tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv