Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Ti têkiliya hêzên me bi bûyera Derkarê re nîne

 

PROVOKASYONÊN PDK’Ê
HPG: TI TÊKILIYA HÊZÊN ME BI BÛYERA DERKARÊ RE NÎNE

Rayedarên PDK’ê û çapemeniya wê serê sibê ji nehiya Derkarê ya navçeya Zaxoyê ragihandin, ku çekdarekî PDK’ê di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest daye.

Û ev yek yekser xistin stûyê PKK’ê.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê di daxuyaniya xwe ya rojane de bersiv da vê îdîaya provokatîf.

HPG’ê got, ti têkiliya hêzên me bi bûyera Derkarê qewimî re tine ye.

Berdevkê Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş jî di Nîvrojê de têkildarî van îdîayan ev hişyarî kir:

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: JI BER BOMBERDIMANÊ ZIRAREKE MEZIN DIGIHE BAX Û BAXÇEYÊN XELKÊ HERÊMÊ

Di daxuyaniya HPG”ê de têkildarî êriş û bomberdimana dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike jî wiha hat gotin:

Di encama van êrişan de gelek bax û bostanên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê zirar dîtin.

Ji ber şewaata li daristanan derketî, zirareke mezin çêbû.

7’ê Hezîranê dora gundê Orê yê Metîna ji qereqolên li ser sînor hat bombekirin.

Bax û bostanên gundiyan zirareke mezin dîtin û şewata ji ber êrişê derketî jî dewam dike.

Heman rojê helîkopterên êrişê yên artêşa dagirker Derarê, Kêste û Girê Zendûra û dora gundê Hirorê bombe kirin.

Dîsa 7’ê Hezîranê qada Werxelê ya Avaşînê bi balafirên şer gelek caran hat bombekirin.

Heman rojê li qada Kurojehro ji ber bomberdimana balafirên şer agir bi qada daristanî ket.

8’ê Hezîranê bejahiya gundê Şikeftiyan ê li qada Meyrokê ya Duhokê bi balafirên şer hat bombekirin.

HPG’ê ragihand, ku di van êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv