LI METÎNA HEVKARIYA PDK’Ê BI DEWLETA TIRK RE
HPG: PIŞTÎ CERIBANDINEKÊ, CIHÊ HÊZÊN ME BÛ HEDEFA ÊRIŞA DEWLETA TIRK
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya doh de agahiyeke girîng da.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên HPG’ê li herêma Metîna ceribandinek kirine.
Piştî vê yekê cihê van hêzan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye bombekirin.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha tê gotin:
Li Metîna, hêzên PDK bi awayekî zêde çeper û rêyan çêdikin.
12’ê Hezîranê serê sibê, hêzên me vê li vê herêmê ceribandinek kirin.
Piştî vê yekê, hêzên PDK’ê koordînatên cihê hêzên me dan dewleta Tirk.
Saet 12:25 û 12:30an balafirên şer qada hevalên me lê bombe ki8rin.
Hêzên me tedbîra pêwîst girtibûn û ti zirar li wan nebû.