PÊNGAVA CENGA ZAGROSÊ
HPG: LI ZAPÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Zapê ev agahî dan:
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li qada Cîloya Biçûk bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.
Gerîlayan dagirkerên di çeperekê de kirin hedef û li wan dan.
Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin û kamerayeke mobesse jî hat îmhakirin.
HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk jî ev agahî dan:
1’ê Hezîranê qadên Girê Sor û Stunê yên Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.
Heman rojê qada Koordîne ya Metîna bi helîkopterên êrişê hat bombekirin.
Ji ber bomberdimanê agir bi qada daristanê ket.
Di êrişan de ti zirar li hêzên me nebû, lê ji ber êrişên dagirkeriya Tirk şewata li gelek deveran derketî didome.