Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Zap û Avaşînê 4 dagirker hatin cezakirin’

 

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI ZAP Û AVAŞÎNÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Avaşînê û Zapê derb li artêşa Tirk dane.

8’ê Tîrmehê gerîlayan ji 3 milan ve bi çalakiyeke koordînekirî, dagirkerên li Cîloya Biçûk a Zapê kirin hedef.

Gerîlayan ji her sê milan ve jî çalakiyeke serketî li dar xist.

Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin, 2 çeper hatin rûxandin û 3 sîstemên kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

HPG’ê ragihand, ku hêzên wan ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zîndana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan li darxistine.

Li herêma Avaşînê jî 8’ê Tîrmehê çalakiya gerîlayan hebû.

Gerîlayên YJA-Starê dagirkerên li ser Girê Şehîd Dijwar bi çalakiyeke sekvanî kirin hedef.

Di çalakiyê de dagirkerek hat kuştin.

Heman rojê gerîlayan bi çekên giran eskerên Tirk ên li ser Girên Şehîd Dijwar û Întîkam kirin hedef.

HPG’ê her wiha ragihand, ku 8’ê Tîrmehê balafirên şer qada Goşînê ya Xakurkê bombe kirin.

Di êrişê de ti zirar li gerîlayan nebû.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv