Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Zap û Avaşîn 8 dagirker hatin cezakirin

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
LI ZAP Û AVAŞÎN 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmehê, têkildarî encama çalakiyên li dijî hêzên artêşa Tirk ev agahî parve kirin:

BAZÊN ZAGROSÊ-ZAP

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, 2’ê Tîrmehê yekîneyên artêşa Tirk ên li qutarên devera Werxelê ya girêdayî Zapê bicih bibûn, çalakî hat lidarxistin.

Gerîllayan bi bandor li çeperên artêşa Tirk dan û di encamê de 5 esker hatin kuştin..

Danê êvarê artêşa dagirker bi helîkopteran cenazeyên eskerên xwe ji herêmê rakirin.

BAZÊN ZAGROSÊ-AVAŞÎN

Li herêma Avaşîn, ji roja 2’ê Tîrmehê ve hêzên artêşa Tirk a dagirker li deverên Werxelê û Girsê Sor bi bombeyên gazê êrişî çeperên şer dike.

Roja 3 Tîrmehê hêzên dagirker xwestin li devera Werxelê teqemeniyan li çeperên şer bicih bike.

Hêzên gerîlla dest werdan vê tevgera artêşa Tirk.

Di encamê de eskerên dagirker neçar man ji herêmê birevin û teqemeniyên wan jî îmhakirin.

4’ê Tîrmehê, dîsa li devera Werxelê yekîneyên artêşa Tirk dema xwestin ber bi çeperên şer ve pêşde werin bûn hedefa gerîllayan..

Di çalakiya sabotajê de herî kêm 3 esker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ji ber berxwedana gerîlla, hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

Roja 3 Tîrmehê artêşa Tirk bi helîkopter û balafirên şer qada Werxelê bombardiman kir.

Li heman qadê, 4’ê Tîrmehê jî danê sibê li dijî çeperên şer êrişa bi fûze û bombeyan hat lidarxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv