PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI XAKURKÊ, METÎNA Û AVAŞÎNÊ 7 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê gelek çalakî li dar xistine.
HPG’ê got, di berxwedana bênavber a gerîla de 7 dagirker hatin cezakirin.
Li gorî daxuyaniyê…
Hêzên YJA-Starê 16’ê Hezîranê dagirkerên li qada Şehîd Bêrîtan a li Girê Koordîne yê Xakurkê bi çalakiyeke koordînekirî kirin hedef.
Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin û kamerayeke mobesse jî hat tinekirin.
14’ê Hezîranê gerîlayan dagirkerên xwestin li dora tunelên şer ên li qada Kêste ya Metîna bi cih bibin, kirin hedef.
Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.
16’ê Hezîranê eskerên Tirk ên xwestin li qada Milîtan a Metîna sîstema radarê bi cih bikin, bûn hedefa gerîlayan.
Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.
16’ê Hezîranê li quntarên Girê Kanî Ga yê Avaşînê, gerîlayan dagirker xistin kontrola xwe û çalakiyeke derblêxistinê lidarxistin.
Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.
16’ê Hezîranê dewleta Tirk bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor, Girê Sor, Girê Şehîd Întîkam ên Avaşînê û qada Çemço ya Zapê bombe kirin.