Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Xakûrkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

 

GERÎLAYAN LI XAKURÊ DARBE LI ARTÊŞA TIRK XISTIN
HPG: 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, 6 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê darbeyek giran li Artêşa tirk xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku çalakî di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de pêk hatiye.

Li gorî agahiyan li qada Lêlikanê ya Xakurkê wesaîteke leşkerî ya tîpa Reo bû hedefa gerîlayan.

Di çalakiya sabotajê de 8 leşkerên dagirker hatin çezakirin û 6 dagirker jî birîndar bû.

Artêşa dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê dûr xistin.

Piştî wê jî dest bi operasyonê kirin, lê heman rojê operasyon bê encam bi dawî bû.

Di 10’ê Tîrmehê de li qadên Girê Spî, Girê Sor, Girê Silêman, Girê Şehîd Întîkam, Mervanos, Banista, Tabura Ereban ve Mamreşo yên girêdayî herêma Avaşîn helîkopter di nava livûtevgerê de bûn.

Lê HPG da zanîn ku piştî destwerdana hêzên wan helîkopter ji herêmê dur ketin.

RÊBAZÊN QIRÊJ ÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
HPG: ARTÊŞA TIRK LI GIRÊ SOR A AVAŞÎNÊ GAZA KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Heman rojê Artêşa dagirker a li hember berxwedana gerîlayan û çalakiyên wan encamê nagre dîsa serî li rêyên qirêj xist.

Hêzên dagirker bi xaza kîmyewî êrişên giran birin ser tunelên şer ên li Girê Sor a herêma Avaşîn.

Qada T Herfî ya Zapê bi helîkopteran hate bombebaran kirin û li Cîloya Biçûk a girêdayî Zapê jî livûtergera helîkopteran çêbû.

Her wiha dagirkeran hêzên xwe yên li Girê Silêman jî bi helîkopteran guhertin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku dîsa di 10’ê Tîrmehê de gundên Edînê, Kêste û Hirorê yên navçeya Kanîmasî ya Amediyê bi helîkopteran hate bombebaran kirin.

Di encamê de agir bir erazî ket û li Qaşûra ya herêma Metîna jî livûtevgera helîkopteran çêbû.

11’ê Tîrmehê Deşta Kafya ya girêdayî herêma Garê û qada Saca ya herêma Zapê bi balafirên şer û qada Çemço jî bi obûsan hatin bombebaran kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv